Bihayiyê li cilûbergên remza Newrozê jî xist!

Bihayiyê li cilûbergên remza Newrozê jî xist!

Li Amedê cilûbergên gelerî yên Kurdî di cejna Newrozê de dîmênên xweş radixin pêş çavan. Lê belê êdî ji ber bihayiya zêde kes nikare xwe nêzî wan bike. Li şûna ku beriya Newrozê firotina wan zêde bibe, kêm dibe.

AMİDA HABER - Bi taybetî li Amed, Colemêrg, Wan, Şirnex, Sêrt, Êlih û Mêrdînê ev cil û bergên ku têne bikaranîn, her herêmek navên cuda li wan dike. Her çiqas navên wan cuda bên bilêvkirin jî, ji bo cilê jinan Kiras û Fîstan û ji bo yên mêran jî bi gelemperî navên Şal û Şapik tê bikaranîn.

Li gelek deverên Ewropa û li Tirkîye defileyên cil û bergên kurdan têne pêşandan ku bi vî awayî çand û hunera Kurd li cîhanê tê nasandin û zindîkirin.

Jin û mêr piranî van cilûbergan di dawet, Newroz û 8e Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de li xwe dikin. Qumaşê wan bi tevahî ji Herêma Kurdistanê û Hindîstanê tê. Ciwan di rojên taybet de, pîrejin û pîremêr jî di jiyana rojane de wan cilan li xwe dikin.

yoresel-elbise-diyarbakir-newroz1.jpg

Beriya 21e Adarê hatina Cejna Newrozê bi demeke kurt, li Amedê li kargehên dirûtin û firotina cilûbergên gelerî xebat zêde bûye. Lê belê firoşkar dibêjin, ji ber bihayiyê xelk nikare zêde cilûbergên gelerî bistîne û daxwazî li gorî salên berê gelekî kêm bûye.

Bihayê wan ji sedî 50 zêde bûye

Cilfiroş Evdirehîm Şêrwanî, dibêje ji ber zêdebûna bihayê wan mirov nikare bihayê wan ji mişteriyan re bibêje û wiha didomîne: Em Kiras û Fîstanan ji Nisêbîn û Cizîrê, Şal û Şapik ji Amedê peyde dikin. Ji ber ku ev pîyase serbest e em nikarin fiyetekî bêjin. Ez fîyetê xwe dizanim lê yên derdorê nizanim. Fiyetê Şal û Şapik 1800 lîre, fîyetê Kiras û Fîstan ji 2000 lîreyî dest pê dike. Li gor salek berê ji sedî 50 zêde bûye. Li gor taximê îngilizan, îtalyanan ên modern ev cil pir arzan e. Mirov her tim nakire, salê carekê tê kirîn. 1800 lire ji ber vê hindik e jî. Ger daxwazî zêde zêde bûya, me yê jî erzantir bifirota. Em jî vî karî dikin, kirêya me heye, pere lazim e. Daxwaz çiqas zêde bibe, fiyet jî wê bikeve. Mînak par 1200 lîre bû, niha 1800 lîre ye. Ji ber fiyet pir zû diguherin herî zêde esnafên piçûk zirarê dibinin.”

yoresel-elbise-diyarbakir-newroz3-001.jpg

“Bandora sosyal medyayê zêde ye”

Şêrwanî, li ser bandora balkişandina ser cilûbergên gelerî ya medya civakî jî balê dikişine ser: “Ev cil bi hezaran sal in têne lixwekirin. Tu carî ev cil ji nav civakê ranebûne. Li hinek herêman berê hatine lixwekirin, hinek herêm hê jî li xwe dikin. Bi taybetî tesîra sosyal medyayê li ser xelkê heye. Di govend û dîlanan de van cilan li xwe dikin û davêjin ser medya civakî û dema xelkê ew wêne dîtin kefa wan dihat. Ji xwe ri dilê xelkê de hebû. Ji ber ku dinya bûye cihekî piçûk, globalîze û dijitalize. Niha her tişt li ber dest e. Tesîra sosyal medya û înternetê zêde ye. Ev deh sal in daxwaziyek zêde ji bo cilûbergên gelerî çêbûye. Ger derfeta me hebûya me yê bazirganiyeke pir baş li ser wan bikira.”

yoresel-elbise-diyarbakir-newroz-001.jpg

Di jiyana rojane de jî li xwe dikin

Şêrwanî, dibêje cil û bergên Kurdî êdî bûne parçeyekî jiyana rojane jî û ne tene di rojên wekî Cejna Newrozê de tene, li şahî, aheng, dawet û hemû rojên taybet de têne lixwekirin û dibêje, lazim e herî kêm hefteyê carekê wan cilan li xwe bikin.

Şêrwanî dibêje, armanc û daxwaza min zindîkirina çand û hûnera Kurd e û got: “Ji xwe çanda Kurdan têra xwe pêşketî û rengîn e. Lê belê têra xwe jî rastî bişaftinê û astengiyan hatiye. 70 sal berê li her herêmekê dizaynek û stîlek cuda li xwe dikirin.Ger bixwazî hemû cûreyan çêbikî, nikarî pê re bigihî. Em nikarin wan hemû modelan bidirûn. Lê bele li aliyê din jî pêwîst e em çanda xwe zindî bikin û berdewam bikin.” (Zelal Sinayiç)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.