Ji Amedsporê bi vîdyoyeke komîk banga Roja Yekşemê

Ji Amedsporê bi vîdyoyeke komîk banga Roja Yekşemê

Tîma Amedspor ku ji deplasmana Isparta 32sporê bi 3 pûanan vegeriya mala xwe, ji bo maça roja Yekşemê ya li sehaya xwe bangewazî kir.

AMİDA HABER – Tîma Amedspor ku di Lîga 2. a Koma Sor a TFF de, têkoşînê ji bo şampiyoniyê dide, doh Çarşemê li depslasmanê tîma futbolê ya Isparta 32sporê bi encama 2-0 têk bir û bi 59 pûanan lîdertiya xwe misoger kir.

Amedspor 10ê Adarê roja Yekşemê jî li sehaya xwe tîma Arnavutkoy Belediye pêşwazî dike.

Roja Yekşemê em bibin dengek

Tîma Amedsporê dixwaze serkeftinên xwe yên ber bi şampiyoniyê ve berdewam bike û ji bo wê jî ji alîgirên xwe yên Diyarbekirê daxwaz kir, roja Yekşemê bi 33 hezar kesan stadyumê tije bikin.

Vîdyoya komîk a bi Sakızcı Memo

Li ser hesabê fermî yê Xê yê Amedsporê vîdyoyeke bangewaziyê ya bi dîmenên fîlman ên komîk hate parvekirin.

Li ser parvekirina ku Benîştfiroş Memo (Sakızcı Memo) jî di dîmenan de heye hate gotin: “ROJA YEKŞEMÊ 33.000 HEZAR KES EM BIBIN DENGEK!”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.