AMİDA HABER- Nivîskarê navdar Mehmet Uzun 15 sal berê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Ji bo nivîskarê kurd îro li Goristana Mardînkapi merasimeke bîranînê tê lidarxistin.
‘Bila ruhê hevalê min şad be’
Hevalê Mehmet Uzun Şeyhmûs Dîken, di hesabê xwe yê medyaya civakî de peyamek bîranînê belav kir. Di peyamê de wiha dibêje:
“Tam bû 15 sal ku tu çûyî aliyê din. Heval û hogirê min Mehmet Uzun; bila ruhê te şad be. Di 11'ê cotmehê de, di salvegera mirina wî de em ê saet di 14.00'an de li Goristana Mardînkapi wî bi bîr bînin. Weke ku hersal em bi bîr tînin..."
Mehmet Uzun romanûsekî navdar ê kurdî ye. Hin pirtûkên ku nivîsandine wiha ne:
*Mirina Kalekî Rind
*Siya Evînê
*Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê
*Destpêka Edebiyata Kurdî
*Hêz û Bedewiya Pênûsê
*Mirina Egîdekî
*Antolojiya Edebiyata Kurdî
*Bîra Qederê
*Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê
*Hewara Dîcleyê