Me ji sifirê dest pê kir

Ahmet Çelik

Sal hezarûnehsedûheftêûneh, demsal bihar bû. Serê meha Gulanê bû. Berriya Mêrdîn ê mîna deryayek kesk bi simbilê genim, ceh û nîska ve xemilî bû. Bi ensturmanê bayê xerbî genim û ceh dîlanek xwezayî dikirin. Ew behra kesk bi kulilkê sor û zer xemilî bû. Pinpinîka dansek bi ahenk dikirin. Ew melodiyên bê orkestra mîna lorînên dayîkan bê hemd xewa mirovan dianî. Rê û rêçikên dinav şînkayî yê de weke marekî xuya dikir. Pinge pinga mêşê hinguv li ser çîçekên rengo rengo ji bo na ku hinguvekî ku şîfaye ji bo na her nexweşiyê bînin holê xwe amade dikirin. Şîre şîra serçe û tîtiyan û şabûna wan bi hevre wek rîtûelek xwezayî dans dikirin. Xalxalokan gava perîkên xwe vedikirin û difiriyan mîna qîzên ku ji bo na dawetê xwe xemilandibin û ketibin reqsek bê navber hêdî hêdî bazikên xwe libadikirin. Ji alîkî din jî gundiyan erdên ku şûv hiştibûn ji bo na bîstanan ew tevir dikirin û bi dendikê cebeş, petêx, ecûr, qitî û şemamokan dadigirtin. Tov diavêtin nav axê da ku di pêşerojê de ji bo na jiyana xwe bidomînin.

Ji hêlek din jî ji aliyên hinek zana, rewşenbîr û alimên Kurdan tovên hebûn, xwenaskirin, netewperwerî û kesayeta mirovahiyê hatibûn avêtin. Wî heyvanê ku wan avêtibûn êdî meyiya bû û qîmax girti bû û li her aliyê Welat keçû xortên Kurdan bi hestên netewî û bi kelecan bi destên hev girtibûn û rabibûn serpiyan. Li her gundî, li her malê di nabeyna mirovan de û bi taybet jî di nabeyna keç û xortan de nîqaş çêdibûn û carcaran jî pevçûn derdiket. Li her gundeki bi kêmasî du-sê fraqsiyon çêbibûn. Pergala serdest wek hercar vala nesekinîbû û sîxurên xwe xistibûn nav gund û bajaran û bi taybet jî nav keç û xortên welatparêz. Hinek ji wan bibûn Qûq, hinek ji wan bibûn Ddkd, Hinek ji wan bibûn Rizgarî, Hinek ji wan bibûn Apocî û her wekî din. Ji dêvla ku kar û barê xwe ên welatperwerî bikin, bihev ketibûn. Ji her seriyekî dengek derdiket. Di destpêkê de bi hevre nîqaş dikirin û her yekî-ê ji wan di gotin ku em mafdarin û ji bo ku xwe mafdar derxînin bi saetan, carna jî bi rojan bi hev re gengeşe dikirin. Her ku dem derbas dibû ev gengeşe û nîqaşên di nabeyna wan de hêdî hêdî ber bi awayekî şer, pevçûn û nebaşiyên din ve diçûn. Çawa sîxur vala nedisekinîn û nav keç û xortên Kurdan xeradikirin û cudayetî dixistin nava wan, zana û rewşenbirên Kurdan jî li gund û bajaran digeriyan û bi keç û xortan ra hevdîtin çêdikirin û li ser rewşa Kurdan û perçeperçebûna wan nîqaş dikirin. Gava ew rewşenbirana dihatin gundan û bi keç û xortan ra civat li dar dixistin ji sohbetên wan mirov têr nedibû. Ji ber ku keç û xortan ji alîyên sazî û komaleyên ku di nabeyna gund û bajaran bi awayekî bi rêxistinî bi cî bibûn di warê siyasî de dihatin perwerdekirin, li miqabilî zana û rewşenbiran xwe baş di parastin. Û ji bo ku xwe mafdar derxînin çi ji destên wan bihatana dikirin.

Li berriya Mêrdîn li navça Qoserê çend mirovên zana û rewşenbîr li gel wan Apê Mûsa li nav gundan digeriyan û bi ciwanan ra hevdîtin çêdikirin. Da ku yekîtiyekê di nabeyna wan de avabikin û cudayetiyê ji holê rabikin û şer û pevçûnên ku bi hevre dikirin bi dawî bikin. Ji bo ku hezkirinek netewperwerî di nabeyna wan de ava bikin. Di vî warî de bi qasî zanebûna xwe û tecrûbeyên xwe û bi qasî ku zimanên wan karibe peyvê xweş bike bi ciwanan ra diaxivîn. Evan hevdîtinan carcaran bi rojan domdikirin. Mijarekê mijareke din vedikir û nîqaşên mezin çê dibûn.

Rojekê ji rojan li gundeki Qoserê Apê Mûsa bibû mêvan, kal û pîr, keç û xort li oda gund li hev kom bibûn. Piştî şîva xwe xwarin û pêve çaya qaçax hatibû ber wan. Apê Mûsa dengekî duda kuxiya, balkişand ser xwe, destur ji civatê û xwediyê malê xwest ku dest bi axaftin û mijarê bike.

Gelî xûşk û birayên hêja, keç û xortên ciwan hûn tevde bi xêr hatine, ez çavên we hemûyan maçî dikim. Bi hatina we pir kêfxweşim. Hezar carî spas ji wî Xwedayî ra ku ev roj rê min daye. Beriya niha bi çend salan gava ku me bi xwesta ji gelê xwere tiştînan bivêjin kesek newêribû li gel me rûniştana û kesekî newêribû li me guhdar bikirana. lê îroj em herin kîjan gundî û kîjan malê rûnên bi dehan heta bi sedan mirov kom dibin. Gelo tiştekî ji vêya xweştir heye.

Gelî hevalan; lê mixabin tevî ku gelê me hişyar bûye jî tiştînîn ku em pir pê diêşên di nabeyna mede xuya dike. Her gundek bi aliyekî ve diçe, her malek û seriyek dengek jê derdikeve. Evana lîstikê dijminane. Sîxurên wan di nava me de çirovîtka diavêjin. Bi eqlê me dilîzin. Dixwazin me perçe perçe bikin. Naxwazin em bibin yek. Lewra em baş zanin xurtbûn û serkeftin di yekîtiyê de ye. Ma Seydayê Cegerxwîn jî ne gotiye ku “Kurdîno bibin yek, eger hûn nebin yek hûnê herin yekbiyek.” Heyrana webim, qurbana webim vê cudatiyê ji nav xwe derxînin. Bila fikr û ramanên we cuda cuda bin, bila partiyên we, sazîyên we cuda cuda bin, bila pir dengî di nav wede hebe, lê vêya baş zanibin daxwaza me gişa bila Azadiya gelê me be. Ev gelê ku bi sedsalane di bin destan de maye, feqîr û belengaz maye, nezan û bêkes maye, li ser rûyê erdê rojek xweş û geş nedîtiye. Dive ku em vî gelî ji bin destan derxînin. Em hêzên xwe xurt bikin û bibin yek. Xelasî, serfîrazî û Azadî di yekîtiyê deye.

Civak bi peyvên Apê Mûsa mest bibûn û giştika bi serê xwe erêniya wî dikirin. Gundiyan pirsên xwe dikirin. Çi pîr, çi ciwan, çi jin, çi mêr û Apê Mûsa bersivê wan di da. Carcaran sohbet pir xweş dibû. Bi henek û meselokên Apê Mûsa giş dikeniyan. Carcaran jî nîqaş tûj dibû ciwan hêrs dibûn. Ji bo ku xwe mafdar derxînin çi ji desten wan di hat dikirin. Lê Apê Mûsa bi zanebûna xwe, bi peyvên xwe ên nerm û bi wate rêya cudatiyê tim li ber ciwanan digirt. Di got ku “hûn çi dikin bikin, hûn çi difikirin bifikirin, hûn di bin sîwana kîjan komelêde bi cî dibin bibin bi tene tiştekî ez ji we dixwazim. Yekîtiya xwe xurt bikin. Ez di rêya welatparêziyê de cudatiyê qebûl nakim. Em giştik Kurdin û divê ku kar û xebatên me gişa ji bo na xelasiya Kurdan bin.” Di nav civatê de xortek pir hêrs bi bû. Ji ber ku zanebûna wî ne têr û tije bû û bi perwerdehiyek kêm tiştên ku fêr bibû, nikarîbû fikr û ramanên xwe ên cuda bi Apê Mûsa bide qebûlkirin, tengijî bû. Nema zanîbû bê wê çawa bi axive û wê çawa Apê Mûsa qanî bike. Ra bû ser çonga xwe rûnişt tiliyê xwe ber bi Apê Mûsa vekir, destê xwe kil kir û got “tu dizanî ku em ji kîjan astê hatine vêderê ha tu dizanî, me ji sifirê dest pê kir, ji sifirê.” Apê Mûsa bi wechekî bi ken û hestên xwe ên germ deste xwe avêt ser piyê wî xortî, çavê wî maçî kir û bersiva wî da. “kurê min; başe we ji sifirê dest pê kir û hûn hatin vê astê. Ez we pîroz dikim. Lê hûn zanin ku me heta ev daw û doz aniye sifirê bê me çiqas zor û zahmetî kişandî ye.”

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (2)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.