Kurteçîrokek nivîskarê rûs Andrey Platonov, di pirtûka wî ya Vegerê de bi navê Bayê Çopê cîh digire. Kurteçîrok, di salên ku Hîtler li Almanyayê desthilatdar bû buhuriye. Lehengê kurteçîrokê fîzîknasekî êxtiyar Lichtenberg e. Tevlî kalbûna xwe jî li hember pergala faşist, li gor qeweta xwe bertekên xwe nîşan dide. Min xwest ku ez ji wê kurteçîrokê beşekê bi we re parve bikim.
“Lichtenberg, tevlî hêrsa hişmendîya xwe yî bêtewîn, gopalê di destê xwe de şidand û rêwîtiya xwe berdewam kir. Fena mûwên ku hestî biqelêşin û serî bidin, ramanên ku di hundurê mêjîyê wî de serî hildidan hîs kirin. Di nav hewaya ku perîşanî jê didêriya de qada bajêr dît. Katedrala Mezin ya Katolîkan, fena hezarsaleke xewar, mîna janeke ku veguherîbe kevirekî bi baldariyeke mezin û bêdeng diçikilî û pişta xwe dispart gorên wan kesên ku ew ava kiribûn. Li jêr çop diket ser hev; bi qedera sed heb sosyalîstên nasyonal, di nava kincên şixul î ku nêrînên wan î li dinê didan der de peykerekî Adolf Hîtler ava dikirin. Peykerê ku ji bronzê hêja li Essenê hatibû çêkirin bi kamyonekê hatibû anîn. Sê kamyonên ku vînç li ser wan barkirî, peyker ji kamyonê daxistin jêrî, di vê navê de çar erebeyên bêr jî qutîkên şîneyê deryayî, yên ku gul û gîhayên tropîk di wan de bûn anîn. Nasyonal-sosyalîst bêyî ku dilê xwe bi kincên xwe biêşînin dişuxulîn; binecilên wan di nav xwêdanê de mabûn, hestîyên wan dihatin kotin. Lê axir ku têra wan kinc jî û sucûqên wan jî hebûn. Lewre di wê kêlîyê de li Almanyayê bi têhevdana maden û hestîyên mirovan, milyon mekîne û merivên mirûzdaketî ji bona xizmeta rûmeta mirovekî bi tenê û alîgirên wî hewl didan.
Ji kolana navendî ya bajêr girseyek derket bi yekgewdeyî. Çend hezar kesî bi hev re distran. –Lichtenberg, bassoya zengelolk û tenora di rêvîyên wan yên lerzokî de aşkere hes dikir.- Girseyê nêzîkî li peyker kir, di wechê mirovan de dilşadîyê rûdida. Wechê wan, bi kêfa hêzdarî û bêmanetîyê diberiqî; bi saya qudreta wan î tarî, dê ji her kesekî ji wan re xwarin û aramîya şevê bihata bexşandin. Ber bi peykerî ve qedimîn; pêşengên girseyê, fena koroyekê bi hev re silav li mirovê ji bronzî kirin û dest bi alîkarîya xebatkaran kirin. Çop bi hêzeka afatî bilind bû, Lichtenberg, hîs dikir ku heta bi rihê wî kelpik xwe lê vedipêçe. Hezar û mîlyonên dî jî aniha tenê bi hebûna xwe, ji bona hezdarîya xwe şanî rizgarkerê xaka wan î qedîm û mirovahiya hemdem bidin axa Almanyayê yî qedîm û dijwar diecinandin. Bi milyonan kes, bêyî ku qet bixebitin êdî tenê dikaribûn têketibûna rêzgirtinê. Ji bilî wan jî êl û kerîyên wisa hebûn ku di nivîsyariyên xwe de, li cîhê lê rûniştî, di bênavî û bêdengîyê de bi nivîs, wêne, muzîk û fikrên xwe serwerîya rizgarkerê qehreman disediqandin. Kesên ku bêdeng diman jî, yên ku silav didan jî bi qasî ku nanê tisî jî heq bikin nedişuxulîn, li gel vê yekê jî nîvişk dixwarin, şeraba tirî vedixwarin û her yekî ji wan jinek dilsoz didan xwedîkirin. Bi ser de jî li Almanyayê artêşên çekdar, yên ku rûmet û dilsoziya hikûmeta Alman diparastin dimeşiyan.
Lichtenberg jî nedişuxulî, azar dikişand. Girseyên merivên ku wî didîtin an ji birçîbûn û dînbûnê dimirin, an jî beşdarî parastvanên dewletê dibûn û diçûn. Kî bûn, yên ku ew têr dikirin, kinc li wan dikirin, bi wurşedarîya desthilatdarî û ewareyîyê ew dicehizandin?.. Proleterya li ku dijiya? Nexwe ji ber şuxul û xuyanekirina xwe westîyabûn û miribûn? Kî bûn ew kesên xizan, xwedîhêz û bêdeng, merivên ku ev dinya didebirandin, yên ku bi îdolan xwe dorpêç dikirin û ne ji ber afirînerîya xwe, ji ber erjengî û dilşadiya harbûyî dimehiyan?
Wek mirîyekî biyanîyê her cure ramanan bêhêvî, ber bi radyatora kamyonê ve qedimî Lichtenberg. Hesin, germahîyek lerzokî belavî derdorê dikir. Bi hezaran kes veguherîbûn, bûbûn maden û di hundurê motorê de vedihesiyan. Êdî ne sosyalîzm dixwestin, ne rasteqînî. Bi benzîna erzan didebirîn û diçûn. Lichtenberg, weke ku bi ser biratîya mirî û têkçûyî de xwe daxûl bike, bi ser mekîneyê ve daxûl bû. Di navberkên radyatorê re, reştariya goristanê ya mekanîzmaya wê dît, mirovahîyê di qelşên wê de rêya xwe wenda kiribû û can dabû. Di navbera febrîqayên vala de tek tûk karkerên bêziman diçikilîn. Ji pehra her yekî ji wan re deh parastvanên dewletê diketin û her karkerekî, ji bo hêzên ewlekarîyê yî desthilatdar xwedî bike, wan aş bike û wan bi çekan bicehizîne her rojê hêza sed belgîran serf dikir. Her kedkarekî belengaz, deh begefendîyên serkeftî xwedî dikirin. Bi ser de jî, dilê wan deh begefendîyan pê xweş nedibû, çekên ku berê wan didan feqîr û belengazan di destên xwe de dişidandin û bi awayekî bêaramî dijiyan.
Bi radyatora mekîneyê ve şirîdeke ji çîtê bi zêr neqişandî daliqandî bû. Li ser şirîde bi herfên reş weha nivîsandî bû: “Ji serokê almanan yê zane, merd û pîroz Adolf re hurmet bikin!” Li herdu hêlên nivîsê, hêmayên xaçên kokelî yên ku dişibiyan şopên kêzikan hebûn.
Lichtenberg, ji hewaya xumamî re got: “Sedsala nozdehem î xwedîîhtîşam, tu weritîyî!” û hizrên wî ji nişka ve veguherîn hêzeka fîzîkî. Gopalê xwe yî giran rakir û bi qasî ku çavmalikên radyatora wê bieçiqîne li sînga mekîneyê xist. Ajokerê nasyonalîst, hêdîka ji ser dîreksiyonê daket, gewdeyê fîzîknasê lawaz şidand û bi heman hêzê serê wî li heman radyatorî xist. Lichtenberg, ket nav çop û gemara erdê û bêyî ku tiştekî hes bike veket; ne êş bû, êdî tiştê ku hîs dikir.
Bi ronahiyek sipîçolkî roj di ser wî re diberiqî, bêyî ku çavên xwe bikutkutîne lê dinihêrî. Ji koncalên çavên wî hêsîr diherikîn, ji bo wê toza acizker bide şûştin. Ajoker, di ser wî re sekinî bû. Ajalên ku heta niha xwaribûn –çêlek, beran, mîh, masî û kevjal- di pey hezmkirina wî re di wechê mêrik û bedena wî de îfadeyek harbûnê û hovîtîyek veşartî hiştibûn. Lichtenberg rabû ser xwe, bi gopalê xwe gewdeyê şofor î sewalwerî zexitand û ji mekîneyê dûr ket. Ajoker, li hember vê nimûneya mêrane û bêsemt şaşwazî mabû, ji bîr kiribû ku careke dî li Lichtenberg bide.
Hê were ber bi kedkarên li dora peyker ve qedimî. Karê wan merivan li ber qedandinê bû. Li ser hesinekî sîlîndîrî yî darijî nîvbedeneka mirovekî bronzî yî ku jora wî bi serê wî temam dibû diçikilî.
Lichtenberg, bi awayekî bêzar li derdora xwe venêrî. Roja li navenda qadê bênavber diberiqî, li hewayé heşereyên bêweç û her cure heyberên hûrik diqîriyan, lê deng ji mirovan dernediket.
“Ser rûyê erdê bi yezdanan hatiye dagirtin, ez şopa mirovekî ji rêzê peyde nakim… Lê ez dikarim çi bikim? Tenê vêne!...”
Lichtenbergê ku giştikê hêza gewdeyê xwe da ber aqilê xwe, gopalê xwe rakir û du caran li serê peyker da. Gopalê ku tu xisar nedabû maden parçe parçe bû. Nîvgewdeyê mekanîk, hêrsa mirovê dilneşad hîs jî nekiribû.
Sosyalîstên nîjadperest gewdeyê Lichtenberg zeft kirin, du guhên wî jê kirin, organê wî yê zayendî pelçiqandin û tune kirin, di ser bedena wî ya mayî re jî meşiyan û ew eçiqandin…”