Xwarziyê min î nûzewicî û hevsera xwe xwestibûn ku cihê bibin. Çûbûn li bajêr ji xwe re xanîyek kirê kiribûn. Hatibûn ji xweha min re gotibûn:
“Yadê em çûn me li bajêr ji xwe re xanîyek girt.”
Xweha min bi ber neketibû ku kurê wê û hevjîna xwe çi kirine û jê re çi dibêjin. Ji wan re gotibû:
“We çawa xanî girt kurê min? Xanîgirtin çi ye?”
Piştî ku kurê wê jê re behsa kirê, kirîna alavên malê û barkirinê kiribû hingê wê jî fam kiribû ku jê re dibêjin : ‘Me ji xwe re xanî kirê kiriye.’
Xwarziyê min û hevsera xwe bi xweha min re bi kurmancî peyîvîbûn, lê belê berê bi tirkî fikirîbûn. Lewre ji bo ‘kirêkirina malan’ di tirkî de ‘ev tutmak’ dihate bikaranîn. Dema bi xweha min re jî axivîbûn jê re gotibûn ‘me ji xwe re xanî girt.’ Dêya wan ya ku bi tirkî nizanibû bi ber neketibû ku kurê wê û bûka wê jê re çi dibêjin.
*****
Di havîna 2023an de bi çend dostan re em li çayxaneyekê rûniştibûn. Kurê hevalekî me yê 12-13 salî bi pistepistî ji bavê xwe re tiştin gotin:
Piştî ku bavê wî li maseya paş xwe nihêrî bi ser kurê xwe de vegeriya û ji kurê xwe re got:
“Tiştek nabe kurê min. De qey ew jî karê xwe dike.”
Me jî bala xwe dayê ku ji maseya tenîşta me, sîxurek bi telefona xwe ya destan wêneyên me digire. Helbet em qiliqîbûn lê mamosta Mistefa Aydoxanê birêz bi hostayetîyekê berê suhbetê heman veguherandibû ser mijara rastnivîsînê. Gotibû:
“Rojekê di bernameyekê de hevalekî telefona xwe da min û ji min re got:
‘Mamoste ji kerema xwe re tu dê bikaribî wêneyekî min bikişînî?’
Min jî jê re got:
‘Na ezbenî, ez nikarim bikişînim.’
Wî dostê min, hêvîya bertekek bi vî awayî ji min nekiribû. Got:
“Çima Mamoste?”
Min jî jê re got:
“Ez nikarim wêneyê te bikişînim, lê ez dikarim wêneyê te bigrim.”
Sîxurê li maseya tenîşta me hatibû jibîrkirin û em ketibûn nav nîqaşeka rêzimanî.
Mamoste gotibû: “Wêne dihên girtin. Lê ji ber ku bi tirkî wisa dihê bikaranîn di kurmancî de jî ev yek bi xeletî dihê bikarînan. Ya rast wênegirtin e.”
Dema meriv bi mezinan re biaxive meriv dê bibîne ku ew wênegirtinê bikar tînin.
*****
Kurdîaxêvên ku di bin bandora tirkî de zêde mabin, dema diaxivin her çiqas li xwe miqateyîyê bikin da ku peyvên tirkî bikar neînin jî xeberdana xwe ji qalibên peyv û biwêjên tirkî nikarin bêrî bikin. Ev gengeşî xwe di nivîsên kurdî de jî dide der. Kesên ku bi kedek mezin berhemên kurdî diafirînin jî divê vê xetereyê her tim bibînin. An na tiştên ku meriv binivîse giştik bêçêj û rijî dimînin. Xwînêr tu tehmê ji xwendina wan nivîsan nakin. Ji bo mijar baş bête zelalkirin ez dixwazim li vir mînakekê bidim. Dema tu ji kurmancîaxêvên ku bi tirkî dizanin maneya lêkera ‘kesmek’ê ya bi tirkî bipirsî dê piranîya wan bibêjin ‘jêkirin’e. Lê di kurdî de her awayekî wê jêkirinê dibe lêkereka cuda. Rîh û por dihên qusandin û kurkirin, kaxez dihên çirandin, caw tê birîn, deng qut dibe, dar dihên birîn, mirov gulan diçine, sêvan jê dike, mirîşk dihên serjêkirin, ceryan û av qut dibin, neynûk tên qusandin, şîr diquse… Ev yek dewlemendîyek zimanê me ye. Divê ev dewlemendî her bête parastin.
Golbimasî, bersivsitendin ez dikevim waneyên pola wan, hêsirên wê hişk bûbûn, dilnizm, qorîdora zirav û dirêj, qiyamet qetiya. Ez dibêjim qey ev çend mînakên ku ji hin pirtûkên li ber destê xwe, min di demeka kurt de peyda kirin dê armanca vê nivîsê jî hîn baştir dabin famkirin.
Weke ku li gor pênaseya ragihandinê ger peyam ji jêderkekê bi rêya amrazên ragihandinê negihîjtibe derdorên ku ji wê peyamê re bûbin hedef nahê gotin ku ew karê ragihandinê pêk hatiye. Di xeberdanê de dibe, di nivîsînê de dibe ger mebesta dilê me negihîştibe kesên ku me dixwest em wan ji tiştekî agahdar bikin ew şixulê wê xeberdan û nivîsînê jî dibin weke kapeka ku ber bi bê de bilûlike.
Tiştê ku Fehim Işik mamoste di danasîna pirtûkeka nivîskarekî de nivîsîne zehf hêjayî nirxandinê ne. Mamoste weha nivîsiye:
“Car caran bi dêya xwe re diaxivim, ew di cî de midaxele dike, dibêje ‘bi min re bi kurmanciya siyasî xeber nede.’”
Ya rastîn jî ew e ku ji wan tiştên em dipeyîvin, an tiştên ku em dinivîsin dê û bavê me tiştekî fam dikin an na. Ger em di navbera xwe û wî nifşî de jî sînor û dîwaran ava dikin keda me jî belesebeb diçe.
Weke ku hatiye gotin; “Taba Xelef, dê biçe bertelef.”