Hestê min bûn meşk
bûn dewl tevlihev im.
Masî dê bi kenê min bifetise
di vê lehiyê da.
Ez mihtacê tora te me.
Di qefesa sînga te da tifik im,
têm vemirandin.
Pif bie pilingên dilê min
Bila ûr bibe agir
Ez mihtacê bêhna te me
Hindirê min dîn dibe
Şer dikin ez û mejiyê xwe ji
bo qetandin û girêdana evîna te.
Min ji hevdû derxe/veqetîne
Ez mihtacê te me...