EZ TİF RİHÊ XWE DİKİM

ÇARHEVÎ

Wexta te bar kir

Te ez jî bi xwe ra birim û tu çûyî

Ken nexweş ket

Hêvîyên min di hiundirê min

da hevdu kêr kir

Ez bûm peykerekê êşza

Ez napeyivim yên hundirê min

Ez dipeyim yên li ser zimanên

min tên kuştin

Heger te sibehê du çikan ji

dilê xwe bidana min

Min ê xwe û hemû daristan di

hundirê xwêdana pêsîra te

da bişewitana

Piştî tu çûyî her şev ez

dimînim da rojê hişyar bikim

Ez wextê di aşê dilê xwe da dihêrim

Hûrhûrî dikim da ez xwe nehêlim

Ez bi mirinê ra bi darqîtkê dilîzim

Gotin di zengiloka min da

dixeniqin, ez pê ra lal dibim

Lêvên min li ber bedewbûna

te dibin pîvan

Rojê carekê tif rihê xwe dikim

Lewra ez heme û tu tuneyî

Di vî çilî da di kela dilê te da

dibim xwelî

Di ramanên te da avjenîyê dikim

Min bernede

Neçe, min bêxwedî nehêle

Dîwar bela xwe di min da didin

Koncal kemînan vedidin

Bi ling û dilê şewitî digerîyam

Bi zend û bendên pola

hatibûm girêdan

Ji bo ez bikarim biqetînim di

xwînê da vedigevizîm

Niha ne tu kûçik im

Ez birînên te dialêsim

Min berde da ez biçim....?

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.