Kurtejiyana Min

Li Qosera Mêrdînê hatime dinyê. Dibîstana serateyî li Mêrdînê, navendî li Sîlîva û ya amadeyî min li Antakya xwend. Piştî kutakirina Hatay Eğitim Yüksek Okulu û Eskişehîr Anadolu Ünv. Açık Öğretim Fakültesi Beşa Türkçe; sî salî li gund, navçe û bajarên cûr bi cûrde min rêvebirî û mamostetî kir.

Di çendîn sazî, komele û sendîqayên pişeyî mîna Egitim Sen, Kurdî Der. Medî Derê de weke damezrîner, endam û di revebirîtiya wan de xebitîm.

Demekê bi şanoyê teqîldar bûm û min di çend lîstikan de lîst. Piştî ku malnişîn bûm, ji bo hînbûn, hezkirî û pêşvebirina zimanê kurdî ketim nava lîv û tevgerên cûr bi cûr. Di hinek kovar û malperan de nivîsê min hatin weşandin.

Hêna li Qosera Mêrdînê dijîm. Bi navê Hêlîn Pirtûk Sahaf pirtûkxaneyekê dixebitînim. Li ser zimanê kurdî; danasîna berhem û nîvîskarê wan de panel û gotubêjan amade dikim.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum