BILEZ: Li Amedê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin
Yayınlanma:
Li Amedê 4 mamosteyên endamên Egîtîm Sen'ê tevli daxuyaniyeke çapemeniyê bibûn ji kar hatin dûrxistin.
AMİDA HABER- Li bajarê Amedê di 21'ê mijdarê de ji bo şermezarkirina "Operasyona hewayî ya Artêşa Tirkiyeyê" daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû dayîn û 47 kes hatibûne desteserkirin. Piştre kesên hatibûn desteserkirin serbest hatibûn berdan. Ji van kesên hatibûn berdan Hevseroka Egîtîm Sen'a Amedê Emîne Akşahîn, endamên sendîkayê Welat Kaya, Serhat Kiliç û Hasan Citrik ji karên mamostetiyê hatin dûrxistin.
Li gorî agahiyan Şaxa Egîtîm Sen'a Amedê li hemberî jikardûrxistina endamên xwe dê îtiraz bike.
Gündem
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.