Dadgehê daxwaza cezakirina Semra Guzel pejirand

Dadgehê daxwaza cezakirina Semra Guzel pejirand
Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22'emîn angaştnameya dozgeriyê ya derbarê Semra Guzel de hate pejirand. Li gorî angaştnameyê ji Parlamentera HDP'ê Semra Guzel re 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

AMİDA HABER- Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di 24'ê adara îsal de parêzbendiya derbarê Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Semra Guzel de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû rakirin. Serdozgeriyê biryara girtina Guzelê dabû. Parlamentera Amedê Semra Guzel di 3'ê îlona îsal de li Stenbolê hatibû desteserkirin û paşê hatibû zindankirin.

Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê Semra Guzelê de bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” angaştnameyek amade kir û ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Ev angaştname ji 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hate pêşkêşkirin. Dadgehê ev angaştnameya ku daxwaza cezakirina Semra Guzelê dike pejirand. (Haber Merkezi)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.