Dersa Kurdî Hilbijêrin
AMİDA HABER- Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bêyî ku tu agahiyeke fermî bide û ji berê de raya giştî agahdar bike, pêvajoya dersên bijarte di 3'ê rêbendanê de da destpêkirin. Kesên ku bixwazin dikarin heta 20'ê rêbendanê serî li dersên bijarte yên kurdî bidin.
Hilbijartina dersên bijarte yên kurdî li Tirkiyeyê ji sala 2012'an ve weke mafekî qanûnî hatiye naskirin. Di nava dersên bijarte de lehçeyên kurdî kurmancî û zazakî jî hene. Par ji bo dersên bijarte yên kurdî ji aliyê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ve kampanyayek berfireh hatibû destpêkirin. Li gorî mafnasan divê Wezareta Perwerdehiyê beriya ku ev pêvajoya dersên bijarte dest pê bike raya giştî bi awayeke zelal agahdar bike. Divê ji dibistanan re giştînameyek bê şandin û formên dersên bijarte li malbatên zarokan bêne belavkirin. Dê û bav li gorî van forman divê bikaribin dersên ku ji bo zarokên xwe dixwazin hilbijêrin. Di nava dersên bijarte de dersên kurmancî û zazakî jî hene. Zarokên polên 4-5-6 û 7'an dikarin van dersan hilbijêrin. Lê îsal wezareta perwerdehiyê bêyî ku agahî bide û raya giştî agahdar bike vê pêvajoyê di 3'ê rêbendanê de da destpêkirin. Roja dawî ya serlêdanên dersên kurdî 20'ê rêbendanê ye.
Eğîtîm Bîr-Senê aşkera kir
Amida Haber bi Rayêdarên Perwerdehiya Bajarê Amedê re axivî û jê pirsa dersên bijarte kir. Lê li gorî rayêdaran perwerdehiyê heta niha jî pêvajo zelal nebûye û tu nivîseke fermî ji wan re nehatiye şandin. Lê Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Bîr Senê li ser hesabên xwe yên fermî yên twîterê eşkere kir ku pêvajoya dersên bijarte di 3'ê mehê de dest pê kiriye û heta 20'ê mehê berdewam dike. Egîtîm Bîr Senê bang li malbatan kir ku biçin dibistanan û serî li dersên bijarte Jiyana Pêxember û Siyerê bidin. Lê balkêş e di bangewaziya Egîtîm Bîr Senê de vê carê dersên bijarte yên kurdî cih negirt.
HEZKURD’ê bang kir
Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD'ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li xelkê kir ku biçin dibistanan û serî li dersên kurdî bidin. HEZKURD'ê di daxuyaniya xwe de got îsal pêvajoya serlêdanên dersên kurdî bi dizî hatiye destpêkirin û kes nehatine agahdarkirin. HEZKURDê wiha got: "Gelo kampanyaya par a dersên kurdî hin kesan aciz kir? Çima civak nehate agahdarkirin? Ev sûc e."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.