Doza Seîdê Kurdî çû Dadgeha Ewropayê
AMÎDA HABER - Baroya Ruhayê ji bo eşkerikirina cihê gora Seîdê Kurdî di sala 2019'an de dozek vekiribû. Doz di navbera dadgehên Ruha û Dîlokê de çûbû û hatibû tu encamek jê derneketibû. Baroya serlêdana xwe ya yekemîn li Walîtiya Ruhayê kiribû û xwestibû cihê gora Seîdê Kurdî bê eşkerekirin û hemû belge û agahiyên derbarê vê mijarê de bêne ronîkirin. Walîtiya Ruhayê jî bersiveke nerênî dabû baroyê. Li ser vê yekê baroyê li dijî walîtiyê serî li Dadgeha Îdarî ya Ruhayê dabû û doz vekiribû. Doz hatibû redkirin. Baroyê paşê ev doz biribû Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê. Li vir jî doz hatibû redkirin. Li ser vê yekê Baroya Ruhayê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.
Baroya Ruhayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bi dawî bûye, wan weke baro ev doz biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (Navenda Nûçeyan)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.