Ew jî çû!

Ew jî çû!
Li gorî agahiyan li DÎSKÎ'yê burokratê dawî yê "îthal" ji kar hate dûrxistin. Bi vî awayî li DÎSKÎ'yê qet burokratên ji derve neman.

AMİDA HABER- Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi burokratên ji derve anîbûn ketibû rojevê, Serokê Daîreya DÎSKÎ'yê ku ji Rîzeyê anîbûn, ji kar avêt. Di şûna vî burokratê îthal de amediyek anîn ser midûriyeta şaxê.

Li DÎSKÎ'yê berê jî kesên bi navên Fatîh Yuruk, Mustafa Gokez û M. Akîf Altindag ku ji derve anîbûn, ji kar hatibûn dûrxistin. Piştî ku qeyûm danîn ser şaredariyên Amedê, hem li Şaredariya Mezin û hem jî li DÎSKÎ'yê kesên ji Kocaelî, Rîze û Sakaryayê anîbûn li şaredariyan weke burokrat bi cih kiribûn.

Burokratên îthal di dema Cumalî Atîlla de hatibûn bicihkirin û di dema Hasan Basrî û Munîr Karaloglu de jî ev yek berdewam kiribû. Piştî ku Karaloglu kişandin navendê, di şûna wî de Alî Îhsan Su weke walî û qeyûmê Amedê hatibû peywirdarkirin. Qeymeqam û qeyûmê Sûrê Abdullah Çîftçî piştî ku weke Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate peywirdarkirin, burokratên ku ji derve hatibûn ji kar dûr xistin. (Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.