Hevpeyvînek bi Salih Agir Qoserî re

Hevpeyvînek bi Salih Agir Qoserî re
Salih Agir Qoserî; “Hin caran mirov bi saetan li gotinekê, bi rojan li ser hevokekê disekine.

AMİDA HABER- Salih Agir Qoserî; “Hin caran mirov bi saetan li gotinekê, bi rojan li ser hevokekê disekine. Dema ku mirov gotina li gorî dilê xwe nabîne, hevoka li gorî dilê xwe ava nake, mirov aciz dibe, ditengije û car caran hêrs jî dibe.Mîna ku mirov di nava cilên teng de, başdarî pêşbazîyekê bibe.”

Salih Agir Qoserî bi van hevokên jor, meşeqat û xeternakiya wergerê tîne ziman.Vê meraqê em kişandin ser pirsa ka gelo her ku wî berhemek wergerand û pêde çû bê ev “cilê teng” lê fireh nebûye û di warê wergerê de, cenabê wî çi dike û çi kirîye? Qoserî, di hemî xebatên xwe de, ne kemî endezyarekî zîrek tevgeriyaye. Ji bo wê, wî bi vê seknê, em tûşî vê hevpeyvînê kirine da ku bê gelo çi şêwaz û teknîkên endezyariyê di karê wergerê jî bi kar aniyê?

Ji adetê ye jixwe, bi îzna te be bila pirsa meyî yekemîn jî wiha destpê bike;

Wergêr, mamoste û entelektûel Salih Agir Qoserî kî ye û tu xwe çawa dide nasandin?

S. Agir Qoserî: Di nav pirsan de pirsa herî zahmet ev e ku mirov xwe bide naskirin. Ez jî wek gelek kesên din xemxurekî ziman û edebîyata Kurdî me. Ziman û edebîyat reng û dinamizmekê bi xwe re tîne, ev jî bextewarîyê dide min. Mirov çi cûre jîyan bimeşîne û çawa bextewar be jî, heger dînamîzm û xwenûkirin tê de tunebe, piştî demekê êdî jîyan rengê xwe wenda dike û acizî dest pê dike. Loma gotina “jîyanek monoton” êdî bûye moda, em gelek caran dibihîzin.Li alîyê din, heger mirov bikaribe li gorî hêz û derfetên xwe ziman û edebîyata xwe biparêze, ev jî motîvasyoneke civakî û mîsyoneke netewî dide mirov. Dema ku Kurdek dibişire û bi dilgermî du gotinên xweş di derbarê karê me de dibêje, ez bêtir kêfxweş û bextewer dibim.

Weke mîzaç ez xwe mirovekî pozîtîf dibînim, bi helwesteke pozîtîf li jîyanê dinerim. Bêgûman li dora me, li cîhanê tiştên nexweş hene ku dilê mirov diêşînin. Lê tiştên xweş jî hene. Ez ji gazin û rexneyên kronîk, ên klîşe hîç hez nakim. “Çima ne wanî ye, wiha ye, çima ne wiha ye, wanî ye,divê wiha be, ne wiha be, divê ne wiha be, wiha be” û hwd. Ev şêwaz enerjîyeke negatîf belav dike,dinyê li ber çavên mirov reş dike. Bêgûman di jîyanê de pirsgirêk derdikevin pêşîya me, ji xwe em Kurd dema em ji dîya xwe re çêdibin gelek pirsgirêk, astengî li benda me ne. Loma jîyan bixwe ji bo me tekoşînek e. Ev alîyekî jîyanê ye. Lê weke felsefeya jîyanê, bi ya min mirov pozîtîf be jîyan xweştir dibe.

Kerem Qoserî:Pêşniyazên wergêran yek jê ew e ku dibêjin “ Pêşî bi berhemên hêsan û kurt dest bi wergerê dikin, paşê dest bi qilasîkên cîhanê bikin. Bi qasî em te dişopînîn,ji nivîsê bêtir tubi kar û barê wergêrê mijûl dibe. Gelo te çima û çawa dest bi wergerê kiriye ûtu jî gelo li gorî vê tesbîtê tevgeriyaye?

S. Agir Qoserî: Rast e, min bixwe jî bi metnên hêsan dest pê kir. Dema ez li zimanê Swêdî dixebitîm, min gelek caran hevok, paragrafên hêsan werdigerand Kurdî. Pişt re metnên hêsan, pişt re jî broşur û hwd. Herî dawî min dest bi klasîkên cîhanê kir.

Min bixwe li Swêdê gelek salan tercumanî kir û min perwerdeya wê wergirt. Vê yekê karê min hêsan kir. Lê ev nebûya jî min ê dîsa wergera edebîyatê bikira.

Werger pêvajoyek e, mirov çiqasî bike, mirov baştir dike. Helbet ev kar bi erebî bazar jî nabe, lewra ew jî dîsîplînek e, teorîyek wê heye û li gorî hin rê û rêbazan tê kirin. Dema mirov li gorî teorîya wergerê werger kir û qîmet da rexne û pêşnîyazên edîtor û xwendevanan, qalîteyê wergerê hîn baştir dibe. Alîyekî pêvajoya ku ez bahs dikim, ev e.

Kerem Qoserî:Em cenabê te -di hemû kar û barên wergeriyê de-mirovekî bi hûrgilî tevdigere dizanin. Beriya ku tu berhemekê wergerîne; di vê serûvena wergerê de, rê û rêbazên tu dişopîne çi ye gelo, tu çawa wergerê dike?

S. Agir Qoserî: Berhema ku mirov werdigerîne, berî her tiştî divê mirov bixwe jê hez bike, wê gavê mirov bi kelecan û motîvasyoneke xweş karê xwe dike. Ya na, ji mirov re dibe barekî giran. Wergerên ku heta nuha min kirîye, min ji wan hez kirîye.

Berî ku ez dest bi wergerê bikim, ez nivîskarê wê berhemê çiqasî nas jî bikim, di derbarê wî yan jî wê de lêkolînekê dikim. Gotar, hevpeyvîn û metnên ku di derbarê wî de hatine nivîsîn, bi baldarî dixwînim. Heman tiştî di derbarê berhemê de jî dikim. Nerînên wî yên sîyasî, felsefe û tarza jîyana wî, karê wî, heta malbata wî. Ev pêvajo di derbarê wî de dîmenekî di hişê mirov de çêdike. Herweha nirxandinên di derbarê wê berhemê de jî bi heman awayî.

Piştî vê pêvajoyê werger hêsantir dibe. Ez wergera xwe li gorî wateya metnê dikim, loma ez ne gotin bi gotin, lê bi tevayî bala xwe didim wateya hevok û paragrafê. Hevok û paragraf dixwazin çi bibêjin? Bi vê metodê dema lazim be mirov gotinan diguhere da ku wateya ku tê xwestin, were dayîn. A duduyan, ez bixwe Kurdîya îro tercîh dikim. Di her cûre nivîsan de tercîha min ev e. Dema çend hemwateyên gotinekê hebin, ya herî pir di rojevê de ez bikar tînim. Ne şaş bim, heger xwendevan hinekî ji wergerên min hez dikin, ez bawer dikim rolê vê yekê jî heye. Lewra dema ku xwendevanekî rahişt berhemê û di destekî wî de ferheng hebe, her rûpelekê çend caran li ferhengê binere, ew tahma edebî wenda dibe. Ev jî dibe sedem ku xwendevan, bi taybetî yên ciwan ji xwendina Kurdî direvin. Loma divê armancek ji armancên berhemên mirov, kişandina bala ciwanan be.

Kerem Qoserî:Hunera wergerê ji bo pêşketina zimanekî û nemaze bo wêje û zimanê Kurdî geştir û dewlemendtir bibe, çiqasî girîng e?

S. Agir Qoserî: Bêgûman rola wergerê ji bo hemû zimanan girîng e, ji bo Kurdî jî girîng e. Werger bi du awayan zimên dewlemend dike. Yek; bi saya wergerê mirov edebîyatên gelên din nas dike û mirov cîhanê nas dike. Ya duduyan, dema mirov berheme werdigerîne, cîhana ku bi zimanekî din hatîye afirandin, mirov bi zimanê xwe diafirîne. Gelek gotin, hevok û nerîn derdikevi pêşîya mirov ku heta wê rojê mirov nedîtîye û bikar neanîye. Wê gavê mirov mecbûr dibe wan wergerîne zimanê xwe, bi vî awayî ziman fireh û dewlemend dibe.

Weke minak; piştî ku Komara Tirkîyê hat avakirin, wezîrê perwerdeyê Hasan Ali Yücel komîsyonên zimanan ava kir û bi sedan klasîkên cîhanê ji gelek zimanan wergerandin Tirkî. Heta salên 1950 bahsa wergera 800 pirtûkî tê kirin. Van wergeran bandoreke mezin li Tirkî kir û gelek caran tê gotin ku zimanê Tirkî bi saya van wergeran bi pêş ketîye.

Ji bo Kurdî jî tiştekî wiha girîng e. Lê ji bo karên wanî, hêzên mezin, ango hêza dewletî lazim e. Min bixwe di vê mijarê de hêvîyek mezin ji Kurdên Başûr dikir, lê xuyaye derdekî wan î bi vî awayî tuneye. Ev kar li ser milê me wergêran û weşanxaneyan maye. Gelek weşanxane wergerê dikin, bi taybetî weşanxaneya Lîsê, weke şaxekî xwe weşanxaneya Cervantes ava kirîye ku tenê werger tên çapkirin. Ev karekî girîng e, divê hemû weşanxaneyên Kurdî girîngîyê bidin vê xalê.

Kerem Qoserî:Salih Agir Qoserî heta nuha çend berhem û ji kîjan zimanan berhem wergerandine kurdî. Di boxçika te de tu berhemên bê wergerandin he ye aniha?

S. Agir Qoserî: Min heta nuha neh berhem wergerandine, yek jî li ber çapê ye, yên din hatine çapkirin. Yek ji Tirkî, yên din ji Îngîlîzî û Swêdî ne. Gelek berhemên ku ez dixwazim wergerînim, hene. Lê werger demê dixwaze. Min vê demê navbir daye karê wergerê, ji ber ku ez nuha karên akademîk dikim ku gelek dem digire. Piştî ev qedîya, berhemên ku teqez ez wergerînim, li benda min in.

Kerem Qoserî:Hemû pirtûkên ku te wergerandiye zimanê kurdî, berhemên dîstopîk in. Ev hilbijartin tercîhek e an tesadufek e?

S. Agir Qoserî: Rast e, gelek berhemên ku min wergerandine dîstopîk in. Ev tercîha min e. Ji ber ku ez romanên dîstopîk bêtir realîst dibînim. Têkilîya wan bêtir bi realîteya cîhanê ve heye. Îro herêma ku em Kurd lê dijîn û li cîhanê li gelek herêmên din desthilatdarîyên dîktatoryal hene û civak adetî xistine nav dîstopyayekê. Cîhana ku George Orwell di 1984’an û di Çewlîka Heywanan de, herweha Karin Boye di Kallocainê ava kiriye, îro em bixwe dijîn. Çawa ku di wan romanan de derbas dibe, di rastîya jîyanê de berî desthilatdarîyê bidest bixin, sozên demokrasîyê, yên mafê mirovan û hwd didin, lê piştî girêka xwe bi pişt dixin, dest bi zilm û zorê dikin, jîyanê reş dikin, bi gel dîstopya didin jîyandin.

Di van romanan de bi taybetî durûtîya desthilatdaran tê nîşandan, di heman demê de derûnîya welatîyan, xeyal, jîyana şikeştî û bêhêvîtî tê nîşandan. Ji bilî parametreyên edebî, xwendevan çiqasî xwe di romanê de bibînin, roman çiqasî temasî hest û jîyana wan bike, ewqasî tê hezkirin. Li gorî lêkolîneke ku BBC kiriye, di nav deh pirtûkan de, yên ku dinya guhertine, romana George Orwell 1984 di rêza çaran de ye. Çima? Rastîya ku George Orwell vedibêje herkesî eleqeder dike, lewra hemû coxrafîyayên cîhanê ev dîtine; hin ji wan nuha vê dîstopyayê dijîn.

Kerem Qoserî:Digel tu karê wergêrê dike jî; xebatên te li ser zimên bi awayek akademîk didome û tu doktora dikî. Li gorî te nuha rewşa zimanê kurdî di çi astê de ye û di pêşerojê de, cenabê te asoya zimanê kurdî ronî an tarî dibîne?

S. Agir Qoserî: Gelek caran tê îddîakirin ku zimanê Kurdî di xeterê de ye û gotinên reşbîn tên gotin. Ez bixwe ne di wê fikrê de me, lewra pîvanên sosyolînguîstîk eskê van îddîayan nîşan dide. Heta li gel ku dewleta Kurdan tuneye, li gorî Prof. Dr. Amir Hasanpour Kurdî di nav zimanên cîhanê de di rêza 40’î de ye. Bi deh mîlyonan kes bi vî zimanê diaxivin. Li Başûrê Kurdistanê Kurdî zimanê fermî û zimanê sereke ye.

Li alîyê din nivîskar, akademîsyen, weşanxane, sazî, çapemenîû zanîngeh li ser zimanê Kurdî dixebitin, bi awayekî zanistî Kurdî diparêzin û bi pêş ve dixin. Herweha gelek ciwanên Kurd jî roj bi roj bêtir Kurdî dixwînin û xwedîtîyê lê dikin. Heta van çend salên dawî, tiştekî wiha derketîye; çi ronakbîr, çi jî kesên ji rêzê, dema bahsa Kurdî dibe û ew bi Kurdî nizanibin, mahcûb dibin. Lê berê ne wisa bû, heta dema bi Tirkî dipeyivîn, Tirkîya xwe dineqişandin û dipeyivîn û bi vê yekê serbilind dibûn. Îro ev çerx bişûnde qelibîye, yên bi Kurdî dipeyivin xwe serbilind dibînin.

Loma li gorî vê tabloyê, ez pêşeroja Kurdî ronî dibînim û tu talûkeyan li pêşîyê nabînim.

Lê rastîyeke din jî heye. Di nav girseya Kurdan de, li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li bajarên mezin mixabin hin malbat bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin. Malbatên bi vî awayî ne di ferqîyê de ne çiqasî zerarê didin zarokên xwe. Ez baş dizanim ku dema ev zarok mezin bibin, wê fêm bikin ku dê û bavê wan zerarek çiqas mezin daye wan. Îro jî em mînakên wanî dibînin. Min demekê li Zanîngeha Artûklûyê dersên Kurdî dida. Min wê demê rewşa zarokên wanî dît. Me ders bu Kurdî didan, lê xwendekarên ku bi Kurdî nizanîbûn, pir zahmetî dikişandin, fedî dikirin, mahcûb dibûn û hemûyan dê û bavên xwe sûcdar dikirin.

Bê îstîsna, dema mirov ji malbatên wanî dipirse, mirov dibêje “Hûn çima bi Kurdî bi zarokên xwe re napeyivin?” Dibêjin “Ji bo zarok di dibistanê de jêhatî bin, em bi Tirkî bi wan re dipeyin.” Ez jî dibêjim “Tirk hemû li malê bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin, ma zarokan wan hemû dibin profesor?” Ev seqetîyeke mezin e.

Divê em ji bîra nekin; îro li temama cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn, li dora me rewşa sîyasî ya navdewletî dikele. Xuyaye wê şerekî mezin çêbibe û wê guhertinên mezin çêbibin. Guhertin bi çi awayî çêbibe, teqez wê rewşa zimanê Kurdî ji îro baştir bibe. Ev yek ji avê zelaltir, ji ronîya ruyê ronîtir e. Wê gavê wê ev malbat û zarokên wan bêtir mahcûp bibin. Loma divê Kurd li Kurdîya xwe miqate bin, bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin ku sibê zahmetîyan nekşînin.

Kerem Qoserî:Bi ya te, wergera kurdî gihaştiye asta profesonelî? Kend û kospên li pêşiya werger û wergêrên kurdî çi ye, kêmasiyên heyî dê bi çi awayî bê sererastkirin; rê û rêbazên tên şopandin erenî an neyînî ye?

S. Agir Qoserî: Wergera Kurdî gîhaştîye asteke berbiçav. Lê min asteke hîn bilindtir û hîn bi qalîtetir hêvî dikir. Çavê min li ciwanên me yên Ewrûpa bû, lê di heman demê de tirsa min jî hebû ku ew rolê xwe nelîzin. Îro em encamê dibînin; ciwanên Kurd rolê xwe nelîstin, nalîzin. Min bîst, sî sal berê li Ewrûpa tesbîtek kir, min di derbarê ciwan û civaka Kurdan de hin nivîsên sosyolojîk nivîsîn. Ez îro dibînim ku demê ew tespîtpiştrast bûn.

Bi kurtayî min digot Kurdên me yên heta salên 1990’î çûne Ewrûpa, ew bixwe bi hemû awayên xwe Kurd in û bi çanda Kurdî ve girêdayî ne. Lê zarokên wan li malê Kurd in, li derve Swêdî ne, Fransiz in, Alman û Îngîlîz in. Ango nêvî Kurd, nevî Ewrûpî ne. Di pêşerojê de wê zarokên van zarokan bêtir Ewrûpî bin û kêmtir Kurd bin. Ez îsal di meha Tîrmehê de çûm Swêdê, min ev yek li wir dît. Torinên nifşê 1980 û 1990’î kêm bi Kurdî zanin, pir bi zimanên Ewrûpî zanin. Wê di nifşekî din de, bi temamî bibin Ewrûpî û wê Kurdîtî di dîroka wan de bimîne. Teqez weke Îzlandîyên ku ji Norwecê çûne, wek Awustralî û Emerîkîyên ku ji Ewrûpayê çûne. Ji bilî çend îstîsnayan, wê bi tevayî rewş wanî be. Ev rewş di dîroka mirovahîyê de çawa meşîyaye, wê ji bo me jî bi heman awayî bimeşe.

Di warê ziman û edebîyatê de, herweha ji bo wergerê jî, dîsa sermaya mezin, Kurdên Kurdistanê ne. Çi di warê akademîk de, çi jî di warên xwendin û nivîsandina Kurdî de, ciwanên Kurdên welêt bêtir hêvîyê didin min.

Hevalên ku wergerê dikin, ez bixwe di nav de, divê em hemû li du xalan miqate bin. Yek dîsîplîna wergerê; weke min li jor got, divê werger bi erebî bazar neyê kirin, a duduyan divê em li xwendevanan guharî dikin, qîmet bidin rexne û pêşnîyazên wan. Heger ku derdê me hemûyan ziman û edebîyata Kurdî be, divê ji bo ku xwendevan berhemên me pirtir bixwînin em binivîsin. Heger em guh nedin rexne û pêşnîyazên xwendevanan û em di hin serhişkîyên xwe de înat bikin, berhemên me yê neyên xwendin, em nagîhên armanca xwe û wê keda me bertelef here.

Kerem Qoserî:Tê gotin ku di nava cureyên wêjeyê de helbest, ya herî bi dijwarî têt wergerandin. Lew dibêjin ku tu wergêr, ew çêj û têgiha berê nade helbesta resen. Nerînên te çi ye li ser vê pirsê? Te qet hewl daye an dil he ye ku rojekê dest bavêje berhemek helbestê da ku wergerîne zimanê kurdî?

S. Agir Qoserî:Rast e, wergera helbestan zahmet e. Ez tim dibêjim, ji bo mirov wergera helbestan bike, divê mirov bixwe jî helbestwan be. Lewra helbest bixwe cîhanek e û zimanê wê bixwe zimanekî taybet e. Heger mirov ne waqifî van herdû xalan be, wergera ku mirov bike wê qels be.

Hin caran di metnên pexşanî de dema helbest derdikevin, ez werdigerînim. Heta vê çend şeş meh berê jî ez qet nefikirîbûm helbestan wergerînin. Lê vê havînê hevalên ku kovara LEWerger derdixin, daxwaza wergera helbestên Swêdî û Norwecî li min kirin. Min jî negot na û min heta nuha çend heb wergerandin. Wergera wan çawa çêbûye, wê xwendevan binirxînin. Lê ji ber kar û xebatên ber destê min, tu fikrên min î ku ez nuha helbestan wergerînim tuneye, lê dipêşerojê de dibe, çima na...

Kerem Qoserî:Ji gelek welatên Asya û Efrîka û ji her çar perçeyên welêt; bi hezaran mirov, digel xetereya xeniqandin, perçebûyina bi mayinan, girtin û qeresîbûna ji ber sermê jî; xwe li sînoran didin da ku xwe bavêjin bextê welatekî Ewropa. Îjar berevajî wê, ligel tu bûye hemwelatiyê Swêdê jî; ji nişkave piştî panzde salan te biryar da û berê xwe da welêt. Çi feraset, bandor û bar te li ser pişta xwe hîs kir ku bû sedem di vê vegerê de?

S. Agir Qoserî: Mamoste biryara min ne ji nişkave bû:-) Bingehek wê, dîrokek wê hebû. Sê faktor bûn sedem ku ez vegerîm. Yek, dema çûna min î Swêdê ket rojevê, min ji xwe re got ez ê neh-deh salan li wir bimînim, fêrî zimanan bibim, bixwînim û vegerim welêt. Piştî ez çûm wir, min ew der dît, min fêm kir ku biryara min di cî de ye. Pişt re ji bo ez bigîhêm vê armancê ez bi şev û bi roj xebitîm, ez gîhaştim armanca xwe; ez fêrî Swêdî û Îngîlîzî bûm û min zanîngeh jî xwend, herweha min ew der baş nas jî kir, êdî tiştekî ku ez bikim nema, ez vegerîyam, hatim welatê xwe.

A duduyan, welatên Ewrûpa çiqas xweş bin, di warê aborî, sîyasî û şaristanî de bi gelek salan di pêşîya me de bin jî, ew ne welatê mirov in. Em li welatekî din, di çandeke din de mezin bûne û bi temenê mezin diherin nav çandeke din; mirov ne tenê coxrafîya xwe diguhere, mirov di demê de jî rêwîtîyekê dike. Mirov di rojekê, di çend rojan de sed salî, belkî hîn pirtir demê diguhere û dihere cîhaneke nû. Mirov ziman nizane, çandê nizane, erdê nizane, mirov tiştekî nizane. Mirov bi bedena xwe yî mezin nû ji dîya xwe re çêdibe. Dema mirov bi zaroktî nû ji dîya xwe re çêdibe, dîya mirov, bav, xwişk, bira û hemû civak xwedîtîyê li mirov dikin, ji mirov hez dikin û mirov mezin dikin. Hemû kes bi karekî kolleketîf alîkarîya mirov dikin, mirov ji jîyanê re hazir dikin û mirov dikin însan. Lê dema mirov bi temenê gihîştî dihere Ewrûpa, ne wisa ye. Mirov kor e, lal e, xerîb e, bêxwedî û bêxwedan e. Mirov çiqasî ziman û çanda wan fêr bibe, çiqasî di nav civaka wan de be jî, mirov hertim xerîb e. Hestên aîdîyetê bi mirov re çênabe. Mirov heta dawîya jîyana xwe jî li wir bimîne, rewş ev e. Sanîyeyekê tenê welat û civaka welêt ji bala mirov dernakeve. Lê mixabin gelek kesên me yên Ewrûpa vê yekê nabêjin, heta eksê wê dibêjin. Ê min rastîya wê çi be, ez wê dibêjim.

Xala sisîyan, min bêrîya welêt kir, lewra ez ji welatê xwe hez dikim. Bi rastî jî ez jê hez dikim. Hin caran hin kes bahsa pirsgirêkên welêt dikin, dibêjin tu çima hatîye. Bêgûman ez jî di ferqîya van pirsgirêkan de me, lê ez tev van pirsgirêkan jî ji welatê xwe hez dikim. Çend sal berê, dema şerê bajaran, nexweşî, dilêşî û hwd di rojevê de bû, pirseke wiha ji min hat kirin. “Ewqas nexweşî li welêt hene, ma qey tu pê naêşî? Çima tu nare Swêdê?” Ev pirs bi min pir xerîb hat. Mirov çawa dikare wiha bifikire. Min wiha got, “Bêgûman ez jî bi kêmanî biqasî her Kurdî diêşim. Lê ma dema ez herim Swêdê wê êşa min biqede? Ez dizanim û min dîtîye, wê êşa min pirtir bibe.” Gotinên wanî, gotinên ezbere ne! Halbikî mirov çiqasî dûrî civaka xwe be, mirov ewqasî hestyar dibe, barê mirov girantir dibe.

Balkêş e, Kurdên me yên Ewrûpa pir bahsa hezkirina welêt dikin, bahsa welatparêzîyê û hwd dikin. Di heman hevokê de bahsa vegera welêt dikin, lê dîsa bahsa kêmasî û qisûrên welêt dikin û nayên welêt. Paradoksek di vir de heye. Tê wê wateyê ku li bendê ne hemû pirsgirêkên welêt xelas bibin, wê pişt re werin welêt. Ê baş e, ma gelo tu welatên bê pirsgirêkê hene li cîhanê? Ma Swêd, welatên Ewrûpa bê pirsgirêk in? Yanî wê hin kesên din welatê te azad bike, bihiştekê ji te re ava bike û tu yê pişt re were wê bihiştê, ne? Tiştên wanî li ku hene?

Ev xeyalperestî ye. Divê mirov realîst be. Tu welatên bê pirsgirêk tunene. Heta utopya ku cara yekem Tomas More bi nivîsê jî li gorî dilê ava kirîye, pirsgirêk tê de hene. “Welatê mukemel” tenê di hişê mirov de têgehek e, ne tiştekî din e. Dîsa dibêjim; ji ber ku ez ji welatê xwe hez dikim, ez hatim. Ez hatime mala xwe. Gundê min Hêşerî, Qoser, Amed û hemû derên Kurdistanê mala min in. Zikaka ku ez lê meşîyam û hestên aîdîyetê bi min re çêbûn, ew der mala min e. Li Zaxo, li Hewlêrê jî heman hest bi min re çêdibin, ew der jî mala min e.

Ez li welatê xwe dijîm, malbata min heye, heval û dostên min hene, em civîn, panel û semînerên edebîyatê dikin. Car caran dema hin xwendevanên me yên ku em nasnakin, li derve me disekinînin û kêfxweşîya xwe nîşan didin; ez wê bîstê nadim bi salên Ewrûpayê. Ewrûpa ji welatîyên xwe re xweş e û yê min jî welatê min ji min re xweş e, ewqas.

Kerem Qoserî:Çendîn ku em te dişopînin,pengavên teyî di qada ziman û wêjeya Kurdî de hatiye avêtin li gorî plansaziyeke tekûz û disîplînê pêk hatiye. Di rojên pêş de, di ajandaya Salih Agir Qoserîde, dê çi kiryar û xebat hebin?

S. Agir Qoserî: Mamoste weke tu dizanî, nuha karê doktorayê di nav destên min de ye ku ew jî li ser romana Kurdî ya Swêdê ye. Sal û nîvek li pêşîya min heye. Di vê demê de ji bilî vê xebatê tu planên min î din tunene. Piştî ev biqede, çend wergerên din jî, ku ew jî dîstopîk in, ez ê wergerînim. Lê ez zanim, di kar û barê akademîk de karek karekî din tîne, yek mirov mecbûrî yekî din dike, ka ez binerim bê dem çi dide me, çi ji me distîne...

Di planên min de romanek jî heye. Mijara wê jîyana Ewrûpa ye, ku me gava din qal kir. Ango “Çima tu vegerîya welêt?” Ev pirs jî fikra min dibe ser nivîsîna romaneke wanî. Ji xwe gelek kesan di derbarê jîyana Ewrûpa de nivîsîye, lê wê ev roman cûda be, wê bi perspektîfek din be. Lewra biqasî ku dibînim, mirov alîyekî tenê, yê wan welatan dizanin. Loma teqez ez ê binivîsim dema ku min derfet dît.

Kerem Qoserî:Bi hêviya wergerên bi çêj, xebatên teyî bo pêşvebirina zimanê Kurdî û berhemên wejeyî, spasiya xwe li ser navê xwe û şopînerên quncika xwe ya ku di malpera Amîdahaber de cîh sitendiye, dikim.

S. Agir Qoserî: Gelekî spas ji te re û ji xwendevanan re.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum