Ji Amedsporê piştî serkeftinê peyama Kurdî: ‘Em ê bibin yek û…’

Ji Amedsporê piştî serkeftinê peyama Kurdî: ‘Em ê bibin yek û…’
Tîma Amedspor roja Yekşemê li deplasmanê zora tîma Belediye Derincespor bir û piştî 9 hefteyan dîsa bû lîderê koma xwe.

AMİDA HABER - Tîma futbolê ya Amedspor li deplasmanê tîma Belediye Derincespor bi encama 2-0 têk bir û bi vê serkeftina xwe piştî 9 hefteyan di Koma Sor a Lîga 2. ya TFF de dîsa bû lîder.

Herdu golên Amedsporê ji aliyê futbolîzên wê yên jêhatî Ugur Adem Gezer û Mert Çapar ve hatin tomarkirin.

Wefata kalê xwe ji kesî re negot

Mert Çapar tevî ku beriya lîstikê kalê wî wefat kiribû jî bêyî agahdarkirina tîma xwe derket sahê û dema gola xwe tomar kir, kêf nekir.
Amedsoprê piştî peyameke sersaxiyê ji bo futbolîzê xwe belav kir.

‘Em ê bibin yek û hemû astengiyan derbas bikin’

Tîma futbolê ya Amedspor li ser vê serkeftina xwe ya vegera lîdertiyê di rêya şampiyoniyê de peyameke Kurdî belav kir û diyar kir, “Em ê bibin yek!
Em ê bibin yek û hemû astengiyên ku derdikevin pêşîya me, em ê wan derbas bikin!
Em Amedspor in! “ (Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.