Ji Baroya Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê panel û bernameya muzîkê

Ji Baroya Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê panel û bernameya muzîkê
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê di “Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” bi bernameyekê pîroz dike.

AMİDA HABER - Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê ji bo “Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê” panelekê û bernameya muzîkê li dar dixe.

Di panel û bernameya muzîkê ya Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê ku li Salona Tahir Elçî ya Avahiya Baroyê tê lidarxistin de, zimanzan Dr. Mîkaîl Bilbil û Prz. Dîlan Koç wek panelist beşdariyê dikin.

Herwiha wê Dengbêj Ûsivê Giçxwari û stranbêj Eylul Nazlîer jî kilamên kurmancî û kirmanckî di bernameyê de bistrin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.