Ji GGCê di Roja Zimanê Zikmakî de Atolyeya Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî

Ji GGCê di Roja Zimanê Zikmakî de Atolyeya Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî
GGC bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî li dar dixe.

AMİDA HABER – Cemiyeta Rojnamevanên Başûr û Rojhilat (GGC) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de, Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî li dar bixin.

Civaknas û Hîndekara Xwendina Bilez Leyla Aytek, wê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de li Avahiya Sûmerparkê ya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê û Rojhilat atolyeya "Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî" li dar bixe.

Atolye, dê teknîka xwendina bilez pêşkeşî beşdaran bike û dê firsendê bide beşdaran ku di vî warî de piratîkan bikin. Di bin rêberiya Leyla Aytek de, beşdar dê şiyana xwe ya têgihiştin û xebatên nivîsînê pêşde bibin.

Naveroka perwerdehiyê:

1.⁠ ⁠Xwendina Lezgîn çi ye?

2.⁠ ⁠Ji bo çi xwendina bi lez girîng e?

3.⁠ ⁠Testa amadekariyê û pratîkê

4.⁠ ⁠Xeletiyên Xwendinê

5.⁠ ⁠Rê û rêbazên bi fêmdarî xwendina lezgîn

6.⁠ ⁠Temrînên çav

Dîrok: 21.02.2024

Dem: 17.00-19.00

Cih: Cemiyeta Rojnamegerên Başûr û Rojhilat ya Avahiya Sumerparkê

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.