Ji Meteorolojiyê ji bo Amedê hişyariya şiliyê

Ji Meteorolojiyê ji bo Amedê hişyariya şiliyê
15. Midûriyeta Herêmê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo 5 bajarên herêmê hişyariya pêtiyê kir. Di nav van bajaran de Amed jî heye.

AMİDA NÛÇE- 15. Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, aşkera kir ku dê ji îşev pê de li herêmê berf û barana zêde bibare. Meteorolojiyê da zanîn ku li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê pêtî tê hêvîkirin.

Li Şirnexê berf

Çav li rê ye ku baran, pêtî û li hinek deveran brûsk bê dîtin. Tê payîn ku li rojhilatê Şirnexê berf û barana bi hev re û berf bibare. Meteorolojiyê da zanîn, dibe ku ji ber şiliyê lehî, brûsk, ba, bahoz û di çûyîn û hatinan de astengî çêbin. Meteorolojiyê xwest ku welatî li hember van rewşên neyînî baldar bin û tedbîrên xwe bigirin. (Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.