Li Amedê 45 bijîşk ji bo koçberî Ewropayê bibin serlêdan kirine

Li Amedê 45 bijîşk ji bo koçberî Ewropayê bibin serlêdan kirine
Li Amedê di sala 2021'an de 16 bijîşk ji bo ku biçin welatên Ewropayê "kaxiza erêkirinê" wergirtin. Di nava 10 mehên dawiyê de ev hejmar gihişte 45'an.

AMİDA HABER- Hikûmetê di van demên dawiyê "reforma spî" da destpêkirin. Dihate hêvîkirin ku ev reform çûna bijîşkan a Ewropayê bide rawestandin. Lê amarên Odeya Bijîşkan a Amedê didin nîşan ku rastî ne wisa ye. Li Amedê di sala 2021'an de 16 bijîşk ji bo ku biçin derveyî welat "kaxiza erêkirinê" ji odeyê wergirtine. Di nava 10 mehên dawiyê de jî 45 bijîşkan ji bo "kaxiza erêkirinê" serî li odeyê dane.

Li Tirkiyeyê 2 hezar û 153 serlêdan

Li tevahiya Tirkiyeyê di nava 10 mehên dawiyê de 2 hezar û 153 bijîşkan ji bo wergirtina "kaxiza erêkirinê" serî li Yekîtiya Bijîşkên Tirk dane. Heta dawiya salê tê çaverêkirin ku ev hejmar bigihije 2 hezar û 500 bijîşkan.

‘Her hefte serlêdan hene'

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elif Turan ji Amida Haberê re eşkere kir ku daxwaza çûna derveyî welat a bijîşkan berdewam dike. Li gorî ku Turan dibêje ew heftiyê yek du kaxizên erêkirinê îmze dikin û wiha axivî: "Hikûmet dibêje wan şert û mercên bijîşkan sererast kirine. Lê em dibînin ku lênihêrtina nexweşan hê jî di bin standardên cîhanê de ne. Di qada tenduristiyê de tundî berdewam dike. Di mûçeyan de hinek sererast kirin çêbû lê hê jî pêkanîna performansê ku niha naveke din lê kirine berdewam dike."

Derdikevin derveyî welat

Turan bal kişand ku hê jî bijîşk di şert û mercên neewle de dixebitin û wiha berdewam kir: "Qada me ya xebatê ne bi ewle ye. Em hê jî pir dixebitin. Bijîşkên ku îstifa dikin an diçin nexweşxaneyên taybet an jî berê xwe didin derveyî welat. Ev yek dê bandora xwe li ser welatiyan jî bike. Hejmara bijîşkan dê kêmtir bibe. Gelek tenduristvan ji karên xwe jî hatin avêtin. Îstifa û çûna derveyî welat jî pey vê de hatin. Ev hemû nîşaneyên vê yekê ne ku dê di nexweşxaneyan de hejmara bijîşkan kêm bibe." (Nûçe: Gönül Morkoç-Taybet)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.