Nivîskar Mehmûd Nêşîte wefat kir
AMİDA HABER- Li gorî agahiyên ku Amidahaberê bi dest xist nivîskar Mehmûd Nêşîte ku di zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî) de gelek xebat kiribûn duh êvarê li Nexweşxaneya Dîcleyê ya Fakûlteya Tipê canê xwe ji dest da. Li gorî agahiyan nivîskarê kurd ev demek bû ku li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya dil û gurçikan dihate dermankirin.
Cenazeyê Nêşîte li Amedê hate veşartin. Malbata Nêşîte şîna wî li Navçeya Peyasa Amedê li Mala Şînê ya Mizgefta Bedîuzeman danî.
Mehmûd Nêşîte kî ye?
Mehmûd Nêşîte di sala 1945'an de li gundê Xosora ser bi navçeya Licêya Amedê ji dayik bû. Ew mamoste bû. Piştî teweqîtiya xwe li HADEP'ê û sendîkayan bi awayeke çalak xebitî. Nivîskarê kurd demeke dirêj bi zaravayê kirmanckî ya kurdî ders dida. Ew xebatkarekî çalak ê Grûba Vateyê bû. Wî heta niha 5 pirtûkên çîrokan ên zarokan bi kirmanckî ji weşanê re amade kiribû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.