Şevbihêrka Lalistanê li Mawayê

Şevbihêrka Lalistanê li Mawayê
Di 9ê nîsanê da, li Mawayê ji bo danasîna Lalistana Metîn Aydinî şevbihêrkek hat amadekirin. Wekî tê zanîn, Lalistan ji alîyê Mistefa Aydoganî ve hatiye wergerandin û di nava weşanên Lîsê da pêşkêşî edebîyathezan bûye.

AMİDA HABER- Gelek rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên herêma Mêrdînê beşdarî şevbihêrkê bûn. Şevbihêrkê bi axavtina Mahsûm Oralê moderator ve dest pê kir. Mahsûm Oral di şevbihêrkê da moderatorîyeka weha biserketî kir ku beşdar bikarin bi awayekê baş beşdarî minaqeşeyan bibin. Di şevbihêrkê da, li ser girîngîya wergerê û rola wê axavtinê cuda hatin kirin. Girîngîya bikaranîna kurmancîyê xala sereke ya axavtinan bû. Beşdaran bi awayekî giştî dîyar kir ku divê nivîskarên kurd li kurdî vegerin, kurdî bi kar bînin, bi kurdî binivîsin û di jîyana xwe da rûmeteka mezin bidin kurdî. Ev pirs jî hatin rojeva şevbihêrkê û bûn mijarên minaqeşeyê: Çima divê nivîskarek bi zimanê xwe binivîse? Girîngîya zimanê zikmakî ji bo nivîskarekî çi ye?

metin-aydin.jpg

Hat dîyarkirin ku wergêrê Lalistanê bi vê wergera xwe xwastiye balê bikişîne ser bikaranîna zimanê zikmakî û her weha bendekê li ber bidûrketina ji hişmendî û zimanî bike, da kesên ku bi zimanekî din bi edebiyata nivîski dadikevin, ango nivîskarên kurd yên ku mêvanên zimanekî din in, li zimanê xwe yê zikmakî, li mala xwe ya esas vegerin. Li gel helbestvanê Lalistanê her weha ew nivîskar û rewşenbîr jî di şevbihêrkê da amade bûn ku beşdarî pêvajoya wergerê û minaqeşeyan bûbûn.

Orhan Aksoy ku bi xwe kurd e û heta niha bi tenê bi zimanê tirkî dinivîsî jî di şevbihêrkê da behsa serpêhatîya xwe û kurdîya kurmancî kir û nemaze piştî şahidîya minaqeşeyên pêvajoya wergera Lalistanê, nêrîna wî ya li ser zimanî çawa hatiye guhartin û bi dû ra jî ev dîyar kir, bê wî çawa birayara xwe daye ku li zimanê xwe vegere û êdî bi kurdî binivîse.

Kerîm Qosarîyê yek ji wan kesan bû ku bi xwe beşdarî pêvajoya wergerê bûbû jî behsa minaqeşeyên li ser helbestên Lalistanê û cidîyet û dîsplîna wergêrê Lalistanê kir.

Şevbihêrk bi îmzekirina Lalistanê qedîya.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.