Walîtiya Amedê hişyar kir: Dibe ku lehî rabe
Yayınlanma:
Rêveberiya Herêmê ya Hewanasiyê ji bo şêniyên Amedê hişyarî da. Rêveberiyê diyar kir ku dibe ji ber barana dijwar lehî rabe.
AMİDA HABER- Walitiya Amedê ji bo lehî û lehiya avê gel hişyar kir.
Walitiya Amedê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û xelkê ji ber lehiyê hişyar kir. Di daxuyaniya parêzgeriyê de ev hişyarî hate dayîn: "Li gorî ragihandina Rêveberiya Herêmê ya 15emîn a Hewanasiyê di 13.04.2023 roja pênçşemê li gelek navçeyên Amedê Pasûr, Hezro, Farqîn, Bismil, Licê, Hênê û li Karazê tê texmînkirin rêjnebaranên xurt (21-50 kg/m2) pêk werin. Divê welatî ji ber lehiyê, lehiya avê, brûsk, zîpik, bayê gur û bahoza ku dikare rewşa asayî têk bibe baldar û bi tevdîr bin." (Navenda Nûçeyan)
Gündem
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.