Amed ji festîvala şanoyê re amade ye!

Amed ji festîvala şanoyê re amade ye!
Şanoya Bajêr a Amedê di 20-30'ê vê mehê de festîvaleke şanoyê li dar dixe. Ji Duhok, Kerkûk û Ûrmiyê jî şanoger dê tevli festîvalê bibin.

AMIDA HABER - Şanoya Bajêr a Amedê bernameya 8'emîn Festîvala Şanoyê eşkere kir. Festîval dê di navbera 20-30'ê cotmehê de pêk bê. Dirûsma festîvalê jî wiha ye; Vaye Cûdî vaye ev ax! Bernameyên festîvalê dê li Dîclekenta Peyasê bi rê ve biçin.

Lîstikên kurdî yên festîvalê

Hema Hema Jin Elîzabeth, Tayo, Qesra Balindeyên Xemgîn, Bîrdank, Serbaz, Kas W Hanvin, Morî, Çîrokeke Cengê, Tu Ne Gara Yî, Dek û Dolabên Scapen, Qabûza Merûyan, Kûçikê Stalîn, Lîstik Serencama Qijikan û Haylo Dîsa Tevlihev Bû.

61fbeef3-98d8-40f0-9445-145c94dab647.jpg

Di festîvalê de dê li ser girîngî û rewşa niha ya şano û şanogeriyê jî semîner bêne lidarxistin û atolteyên derhêneriyê jî bêne vekirin.

Li gorî agahiyan ji bajarên Herêma Kurdistanê Duhok û Kerkûkê jî dê şanoger bên Amedê û lîstikên xwe nîşan bidin. Ji bajarê Rojhilat Urmiyê û dîasporayê jî şanoger amade bin. Di festîvalê de 18 lîstik dê bêne nîşandan.

Piştî ku qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şanoger ji kar hatin avêtin. Van şanogeran paşê Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin û şanogeriya kurdî berdewam kirin.

(Haber Merkezi)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.