Bayram Bozyel bû serokê nû yê PSK'ê

Bayram Bozyel bû serokê nû yê PSK'ê
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê 3'emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe li bajarê Amedê li dar xist. Di kongreyê de serok Mesûd Tek hate guhertin û Bayram Bozyel weke serokê nû yê PSK'ê hate destnîşankirin.

AMİDA HABER- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK ku 48 sal berê hatibû avakirin, kongreya xwe ya 3'emîn li Amedê li dar xist. Nûnerên gelek partî, rêxistin û komeleyan jî tevli kongreyê bûn. Ji Herêma Kurdistana Iraqê, ji Rojava û ji Rojhilat jî nûnerên hin partiyan li kongreyê weke mêvan amade bûn. Di kongreyê de Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek, bal kişand ser rewşa siyasî ya heyî û got divê partiyên siyasî yên kurdan ji hemû guherînan re amade bin û hişyar bin.

Kongreya PSK'ê li gorî qanûnan divê li Enqereyê bihata lidarxistin. Lê PSK'ê biryar girt ku kongreya xwe li Amedê li dar bixe. Li gorî rêveberên PSK'ê partiyek dikare li çend bajaran jî çend rojan li ser hev jî li dar bixe wan jî wisa kiriye. Ew biryarên ku li Amedê di kongreyê de hatine girtin li Enqereyê bi kongreyeke din bi awayeke fermî dê careke din bê dubarekirin û radestî dezgehê partiyên siyasî bikin.

Serokê Nû Bayram Bozyel e

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek di kongreyê de nebû berbijêr. Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel êdî serokê nû yê PSK'ê ye.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.