Bilêtên Amedsporê diqedin

Bilêtên Amedsporê diqedin
Tîma keskesor Amedspor ku ji destpêka pêşbirkên lîgê ve nekarî performanseke serkeftî nîşan bide, gelo dê di maça Bursasporê de bikaribe serkeftineke baş bi dest bixe?

AMÎDA HABER- Tîma keskesor Amedspor ku ji destpêka pêşbirkên lîgê ve nekarî performanseke serkeftî nîşan bide, gelo dê di maça Bursasporê de bikaribe serkeftineke baş bi dest bixe? Niha çavên hemû alîgiran li maça Amedspor-Bursasporê ye. Ji ber eleqeya zêde ya li hemberî vê maçê, bilêtên Amedsporê hema hema qediyan.

Ji Amedsporê hişyarî: Bilêtên sexte nestînin!

Tîma keskesor Amedspor ku di Lîga Spî ya 2’emîn de weke nûnera Amedê têdikoşe, di heftiya 4’emîn de 6 pûan bi dest xist. Amedsporê bi vê performansa xwe heta niha nekariye dilê alîgirên xwe xweş bike. Lê çavên hemû alîgiran vê heftiyê roja yekşemê li maça Amedspor-Bursasporê ye. Ji ber ku di salên borî de di navbera Bursasporê û alîgirên futbolê yên amedî de alozî derketibûn, li bajêr li hemberî vê maçê eleqeyeke zêde heye. Ji ber vê yekê jî bilêtên Amedsporê li ber qedandinê ye.

‘Bilêtên sexte nestînin’

Serokê duyemîn ê Amedsporê Omer Elaldi, li ser hesabê xwe yê twitterê hişyarî da alîgirên Amedsporê ku bilêtên sexte nestînin û wiha nivîsand: “Bilêtên Amedsporê tenê li Amedstore û pastexaneyên Hacibabayê hene. Roja maçê jî saet di 10.00’an de dê li ber stadê bêne firotin. Hemû bilêt barkodan hatine tomarkirin. Hişyar bin û bilêtên sexte nestînin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.