Giranî li bazara cejnê danî!

Giranî li bazara cejnê danî!

Kesên ku ji bo danûstandina cejna Remezanê berê xwe didin bazarê, êdî gotinên esnafan "Erzanî li vir danî!" nabihîzin. Ji ber ku ji şekir heta şîraniyê, ji goşt heta cil û bergan buhayê her tiştî qat bi qat zêdetir bûye.

AMİDA HABER - Kesên ku berê xwe didin bazarê û dixwazin ji bo Cejna Remezanê danûstandinê bikin heyirî dimînin. Ji ber ku enflasyonê bandoreke pir xirab li buhayê her tiştî kiriye. Buhayê şekirê cejnê li bazarê ji 40 TL'î dest pê dike heta 140 TL'î bilind dibe. Kîloya qedayifa Amedê gihişt 350 TL. Kesên ku dixwazin ji xwe re danûstandineke erzan bikin piranî berê xwe didin bazara Sûrê. Lê êdî Sûr jî ne weke berê ye. Piraniya welatiyan ji bilindbûna buhayê şîranî û cil û bergan nerazî ne. Welatiyek bi navê Songul Ayten, dibêje ji ber giraniyê ev 3 sal in nikare ji zarokên xwe re cilan bikire lê îsal wê ji zikê zarokên xwe kêm kiriye û bi pereyê ku top kiriye xwestiye cilan bikire. Lê pereyê ku top kiriye têra kirîna cilan nekiriye û ji Amida Haberê re wiha got: "Îsal min got ez çi dikim bikim ez ê ji zarokên xwe re cilan bikirim. Ji ber ku çavên zarokan li dê û bavan in. Lê min kir û nekir ji bo 3 zarokên xwe encex min hezar û 800 lîre top kir. Ez nikarim bi vî pereyî ji wan re cilan bikirim. Cil dikirim pêlav dimîne, pêlavê dikirim şal dimîne. Zarokên min dîsa bi kêmasî dikevin cejnê. Xwedê heqê me ji wan re nehêle."
Li bazarê buhayê goşt ji 250 lîreyê tirk bihurî. Di nava mehek dawiyê de herî kêm 60 lîre hate ser buhayê goşt. Ev yek wisa dike ku kesên hejar nikaribin xwarina cejnê li gorî dilê xwe amade bikin. (Navenda Nûçeyan)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.