Kenîşteya li Çêrmûkê li ber hilweşînê ye!

Kenîşteya li Çêrmûkê li ber hilweşînê ye!

Li Çêrmûga Amedê kenîşte ango sînagoga ku 20 sal berê hatibû tescîlkirin li ber hilweşînê ye. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan xwest kenîşte bê parastin.

AMİDA HABER- Garo Paylan ji bo parastina mîrateyên dîrokî û çandî dest bi gerê kir. Paylan herî dawî serdana mîrateyên li Amedê kir. Paylan derbarê kenîşteya li Çêrmûgê de agahî da û wiha got: "Kenîşte li Taxa Serayê ya Çêrmûgê ye. Ji sedsala 15'an maye. Kenîşte ji kevirên taybet ên reş hatiye çêkirin ku jê re bazalt dibêjin. Kenîşte heta salên 1960'î jî ji aliyê cihûyên Çêrmûgê ve dihate bikaranîn. Niha tenê cihê ayînê ava ye." Garo Paylan bal kişand ku kenîşte di sala 2002'an de weke mîrateyeke çandî hatiye tescîlkirin lê ev 20 sal in ku kenîşte nehatiye nûjenkirin. (Haber Merkezi)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.