Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dike

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dike

Weşanên Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê di navbera 21 û 30'ê cotmehê de 4'emîn Rojên Wêjeya Berawirdî li dar dixe.

AMİDA HABER - Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê, di navbera rojên 21-30’yê cotmehê de bo cara çaran wêjehezan tîne cem hev. Rojên Wêjeya Berawirdî, bi rêvebirina Weşanxaneya Lîsê ku ji bo wêjeya kurdî qad ava dike di nava wêjeya dinyayê de û berhemên ji wêjeya dinyayê bo kurdî werdigerîne. Wêjegeh Amed ku di sibata 2020’î de bi despêkerîya Weşanên Lîsê vebû û bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê, cara pêşî di sala 2013’an de hatibû çêkirin. Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê bo cara duyan di sala 2018’an de hatibû çêkirin. Piştî ku di sala 2020’î de bi awayekî onlîne hat çêkirin, vê carê jî bo cara 4’an, bi piştevanîya Qad bo Çandê û bi hevkarîya Weşanên Aras û Weşanên Everestê, bi awayekî rû bi rû li dar dikeve.


Bernameya ku bi banga Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De dide ser rê, îsal, di pêwendîya heqîqî ya derbirana afirîner de pişta xwe dide tiştê ku civakî ye û li ser hûr dibe da ku di gelek qadan de, yên wekî wêjeya di gelek zimanan de, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax, biaxive; û li ser çîrok, heqîqet û xeyalê hevokan saz bike. Îhsan Colemêrgî mêvanê rûmetê yê bernameya îsal e ku wê bi kurdî û tirkî bê çêkirin.

Bername, dê êvara roja 21’ê cotmehê bi axaftina mêvanê taybet ê destpêkirinê Zulfî Lîvanelî û bi axaftina nûnerên saziyên wêjeyê dest pê bike û ew ê bi şeva helbestê bi dawî bibe ku wê Asuman Susam, Beyar Bavî, Bîrsen Înal, Ciwan Serwer, Hîcran Aslan, Îrfan Amîda, Najat Abdulla Kadhîm, Mem Bawer, Meryem Coşkunca, Metin Aydin, Mîna Acer, Vecdî Erbay helbestên kurdî, tirkî û erebî bixwînin û deriyên ezmûneyên ji hev cuda vekin.

Rojên Wêjeya Berawirdî, di dawîya hefteyê de, mêvanan dihewîne. Ji Duhokê Hesen Silêvanî jî beşdarî yek ji wan çalakiyan dibe.

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.