Maçên lîgê li ser zemîna xerabe hatin leyîstin

Maçên lîgê li ser zemîna xerabe hatin leyîstin
Di maça Amedspor û Bursasporê de, ji ber ku giyayê stadê hişk bibûn futbolîz neçar man li ser zemîna bi ax bilîzin. Vê yekê mohra xwe li nîqaşên ser vê maçê da.

AMİDA HABER- Li gorî îdiayan Stadyûma Amedê ku ji bo maçên profesyonel hatiye çêkirin ji bo hin kom û kesan hatiye tehsîskirin. Ji ber ku stad zêde hatiye bikaranîn û hay ji stadê nemane giyayê (çîm) stadê heliyane û zemîna wê bûye ax. Stada Amedê li ser 159 donuman hatiye çêkirin û kapasîteya wê 33 hezar alîgir e. Stad di sala 2018'an de ji aliyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve bi merasimek hatibû vekirin. Pêşbirka yekemîn jî di navbera tîmên Fenerbahçe-Akhîsarê de pêk hatibû. Lê giyayên vê sehayê niha ji ber bêxwedîbûnê hişk bûne û xisareke mezin dîtiye. Di nava 5 salên dawiyê de, ji ber ku xwedî li vê sehayê derneketin, seha bûye weke sehaya tîmên taxan.

Duh êvarê ji bo Amedspor-Bursasporê 33 hezar alîgir civiyan. Futbolîz neçar man ku li ser vê zemîna xirabûyî bilîzin.

‘Bi şev ji bo kesên din tê tehsîskirin'

Li gorî idiayan Midûriyeta Bajêr a Spor û Ciwanan bi şev vê stadyûm û sehayê ji bo kom û kesên din tehsîs dike. Ji ber vê yekê jî giyayên sehayê hişk bûne û zemîna wê xera bûye.

(G-M)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.