'Mandelayê Amedê' Amedspor silav kir

'Mandelayê Amedê' Amedspor silav kir
Futbolîzê reşik ku berê li Diyarbakirsporê forma li xwe kiribû Tazemeta, ji bo maça ku Amedspor îro dê li hemberî Bursasporê têbikoşe peyamek şand.

AMÎDA HABER - Tazemeta di peyama xwe de wiha got: “Silav li we hemûyan. Ez Tazemeta. Piştî salên dûr û dirêj hûn ê îro derkevin hemberî Bursasporê. Ji bo îro serkeftinê dixwazim. Bila bextê we vekirî be. Em ê di demeke nêz de hev bibînin.”

Tazemeta kî ye?

Futbolîzek ji Kamerûnê ye. Di 2008-2009’an de li Israîlê di tîma Makkabî Netenya de forma li xwe kir. Di 25 maçan de 5 gol avêtin û 2 kartên sor xwarin. Di 2009’an de transferê Diyarbakirsporê bû. Di maça xwe ya yekemîn de 2 gol avêtin Trabzonsporê û tîma wî bi van golan bi ser ket. Di maça Diyarbakirspor Gençlerbîrlîgî de goleke gelek xweş avêt û ji tîma xwe re 3 pûan anî. Ji ber vê jîrekiya xwe alîgirên Amedê jê pir hez kirin. Di maça Diyarbakirspor Bursasporê de dema ku alozî derket, formayê Diyarbakirsporê li ser bû. Di wê maçê de ji bo rawestandina aloziyan mîkrofon da destê xwe û bang li bi hezaran alîgirên amedî kir û wiha got: “Dixwazin we provoke bikin. Lê ji we re rica û hêvî dikim neyên provokasyonê”. Amediyan di nava xwe de jê re digot “Mandelayê Amedê”.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.