Migoo di 22'ê cotmehê de dest pê dike

Migoo di 22'ê cotmehê de dest pê dike
Şanogerên kurd Erdal Kaya û Denîz Ozer bi tîma xwe ya serkeftî li bajarê Êlihê rêzefîlma Migoo qedandin. Beşa yekemîn a Migoo di 22'ê cotmehê de di youtubeyê de tê weşandin.

AMİDA HABER- Şanogerên kurd Erdal Kaya û Denîz Ozer ku bi replîkên xwe yên rêzefîlma Îşev di dilê bi milyonan temaşevanan de cihê xwe girtibûn ev demeke li Êlihê rêzefîlmeke bi navê Migoo dikişînin. Li gorî agahiyên ku Denîz Ozer li ser hesabê xwe yên medyaya civakî parve kiriye, beşa yekemîn a Migoo'yê di 22'ê cotmehê de li ser qenala wî ya youtubeyê tê weşandin.

Tîma Îşev û hin sîtkomên ku şanogerên kurd kişandibûn li ser medyaya civakî rastê eleqeyeke mezin hatibû. Digel ku sîtkom an jî rêzefîlma wan li ser youtubeyê dihate belavkirin jî bi sedan hezar kesan ew temaşe kiribûn û replîkên wan ên şirîn di hesabên xwe de belav kiribûn. Kesên bixwazin dikarin vê rêzefîlmê li ser lînka jêrê temaşe bikin:

Mıgoo

https://www.youtube.com/watch?v=3zkXfevcqUc

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.