Rewşa Meral Daniş Beştaş baş e

Rewşa Meral Daniş Beştaş baş e

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Mîthat Sancar, bi hevjîna xwe re li nexweşxaneyê serdana berbijêra HDP'ê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş kir. Sancar, eşkere kir ku rewşa Meral Danişê baş e.

AMİDA HABER - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi hejîna xwe Ceren Sancar re li Enqereyê çû serdana Meral Daniş Beştaş û jê re silametî xwestin. Sancar wêneyên ku ji nexweşxaneyê girtibûn li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir û wiha nivîsand:

"Bi hevjîna xwe Ceren xanimê re em çûn serdana Cîgira Seroka Koma partiya me Meral Daniş Beştaş. Berbijêra me ya Erziromê qeza kiribû. Rewşa wê baş e. Silavên xwe ji we re dişîne û dubare dike: Em ê bi hev re bi ser bikevin!" (Navenda Nûçeyan)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.