Zindana Amedê tê valakirin

Zindana Amedê tê valakirin
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê duh hate valakirin û girtiyên tê de şandin girtîgehên din ên bajêr. Balkêş e girtîgeh beriya serdana Erdogan a Amedê tê valakirin.

AMİDA HABER- Girtîgeha Tîpa E ya Amedê duh hate valakirin û girtiyên tê de şandin girtîgehên din ên bajêr. Balkêş e girtîgeh beriya serdana Erdogan a Amedê tê valakirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 15'ê cotmehê de roja şemiyê serdana Amedê dike û hin projeyan bi merasimek vedike. Beriya vê serdanê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di dema derbeya 1980'an de bibû îşkencexane tê valakirin. Li gorî agahiyan ji duh ve girtiyên li vê zindanê dişînin girtîgehên din ên bajêr. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di 9'ê tîrmeha 2021'an de serdana Amedê kiribû û soz dabû ku vê girtîgehê vala bike û ewder bike mûzexane û navendeke çandê.

Girtîgeha Amedê ku weke Zindana Amedê bi nav û deng bûye di salên 1980-1990'an de bibû navenda îşkenceyê. Bi taybetî jî qawîşa 5'an bi îşkenceya xwe li cîhanê hatibû naskirin. Gelek girtiyan ji ber şermezarkirina îşkenceya fermandarê girtîgehê Esad Oktay Yildirim xwe şewitandibûn. Gelek girtî jî ketibûn rojiya mirinê û canê xwe ji dest dabûn.

Komeleya 78'an, Komeleya Mafên Mirovan û gelek saziyên sivîl dixwazin Zindana Amedê bibe Mûzexaneya Şermê û îşkenceya ku li vê derê hatiye kirin di vê mûzexaneyê de nîşanî nifşên nû bidin. (Haber Merkezi)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.