Kurdistan24 li 3 ofîsan 20 rojnamevan ji kar derxistin
AMİDA HABER – Kanala Televîzyonê Kurdistan 24 ku navenda wê li Paytexta Herêma Federal a Kurdistanê Hewlêrê ye, li ofîsên xwe yên Amed, Enqere û Stenbolê nêzî 20 rojnamevan ji kar avêtin. Sendîkaya rojnamevanan DİSK Basin İş, bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî jikaravêtina rojnamevanan nerazîbûn nîşan da. Sendîkaya rojnamevanan di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Kurdistan 24 ku 8 sal berê hate avakirin nêzî 20 rojnamevanên ku li ofîsên Amed, Enqere û Stenbolê dixebitîn bi hinceta ‘destguhertina kompaniyê’ ji kar avêtin. Kurdistan24 (K24) ku navenda wê li Hewlêrê ye di sala 2015’an de hatibû avakirin. Kanalê rêveberiya nûnertiya xwe ya Tirkiyeyê guhert.”
‘Dixwazin bêsîgorte bixebitin’
Di daxuyaniya DİSK Basin İş’ê de hate destnîşankirin ku piştî guhertina rêveberiyan nêzî 20 xebatkar ji kar hatine avêtin. Daxuyaniya sendîkayê wiha berdewam dike:
“K24 ji nûçegihan û kameramanên ku dixwestin bi wan re bixebitin xwestin bêsîgorte kar bikin. Gerînendeyê Giştî yê Kurdistan24’ê Ehmed el-Zawitî û rêveberê malperê Abdulhamid Zebarî, ji bo ku xebatkarên malperê li Hewlêrê bixebitin, zextê li wan kir. Edîtor û xebatkarên malper û medyaya civakî ya kanalê nexwestin li Hewlêrê kar bikin. Li ser vê yekê hemû ji kar hatin avêtin.
Hinek xebatkarên ku ji kar hatin avêtin tazmînatên xwe sitandin lê hinekan jî tezmînatên wan kêm hatine hisabkirin û pêşniyara tezmînatê ya kanalê nepejirandin. Di nava wan xebatkaran de endamên me jî hene. Em ê li dû mafên van rojnamevanan bikevin û em ê wan bi tenê nehêlin.” (Haber Merkezi)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.