Li Amedê modeya cil û bergên kurdî
AMİDA HABER – Di bin banê DTSO’yê de, xwendekarên beşa dîzayneriya modeyê, perwerdehî dîtin. Piştî perwerdehiyê kursiyerên ku dîzayneke nû ya cil û bergan amade kiribûn, li Navenda Gastronomiyê ya Odeya Bazirganiyê bi defîleyek nîşan dan. Di defîleyê de dizayna 16 xwendekaran ku salek û nîv perwerde dîtibûn hate pêşkêşkirin.
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, di merasima defîleyê de diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên wiha berdewam bikin û ew ê hewl bidin ku bi projeyên nû hunereke balkêştir derxin holê.
Zebeş û bircên Amedê
Di nava dîzayna modelên nû ya cil û bergan de ya herî balkêş zebeş û bircên Amedê bû. Cilê ku bi motîfa zebeş û bircan hatibû çêkirin bala gelek beşdaran kişand. Her wiha motîfên rengên xalîçe û kulîlkên ku li ser qumaşên Amedê dihatin xemilandin jî rastê eleqeyeke mezin hatin. (Navenda Nûçeyan)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.