Amerîka- Hunermend Lukman Ahmad pêşangeheke hunerî vekir

Amerîka- Hunermend Lukman Ahmad pêşangeheke hunerî vekir
Hunermendê kurd Lukman Ahmad ku li Amerîka dijî pêşangeha xwe ya takekesî li eyaleta Virginia vekir

AMİDA HABER - Pêşangheh li Navenda hunerî ARTfactory ye , di belavokekê de ragihandiye kêfxweş e ku mazûvanîyê li pêşangeha bi navê Painted Musings/ Rengdanên Nîgarkirî ku jimarek ji berhmên nû yên hunermendê kurd Lukman Ahmad pêşkêşî hunerhezan dike.
Tabloyên vê pêşangehê di bin bandora stranbêjiya folklorî ya kurdî de an jî "destanên" kurdî hatine afirandin.
Di vê pêşangehê de muzîka kurd, destan û nîşanên taybet ên Kurdistanê bûne bingehên pêşangehê.

Pêşangeh wê di 28ê Nîsanê de were vekirin ta 10ê Hezîranê vê salê.
Di nerîta, zargotina kurdî de stranên gelêrî yên kurdî bi dengê dengbêjan, ji nifşekî veguhestiye nifşên din wekî amûrek parastina dîroka çandî ya kurdî.
Stranên kurdî ji çîrokên dîrokî bigire heta destanan û ji stranbêjiyê bigire heta berhemên wêjeyî, piraniya destanan bi çalakî, serpêhatî, çîrokên evînî û heta bi mijarên qehremaniyê ve girêdayî ne, wek serhildanên kurdan ên ji bo serxwebûnê.
Lukman nêz 20 salan mijûlî vê mijar û babtê bûye ku stranbêjiyê û destanên kurdî veguhezîne nîgarkêşiyê bi reng, xîz û dîmenên hunerî bi şêwazên nûjen û balkêş.

sergi1.jpg

Hunermend Lukman Ahmad di berdewamiya vê kevneşopiya parastina dîrokê de, li ser rûbera tûma xwe dengê razber yê kurdî vediguherîne formeke du-alî û ji bo ronîkirina hûrgiliyên stranê reng û şêwaz bi kar tîne.
Her lêdana firçeya di nava pêkhateyên Lukman de parçeyek ji çîrokeke stranbêjî/dîroka kurdî diyar dike. Bi parvekirina stranên destanên kurdî yên klasîk û bi teknîk û şêwazên hunrî yên nûjen ,temaşevanan vedixwîne serpêhatina çandeke din.

Jêdera Lukman a vê pêşangehê stranbêjekî kurd e bi navê Izeddînê Heremşedad an jî Izedîno ye.
Izedîno di sala 1933an de li gundê Heremşadad ê bajarê Mêrdînê ji dayîk bûye. Wî heşt kaset tomar kirine ku piraniya wan li bajarê Qamişlo li Rojavayê kurdstanê , û li paytexta Libnanê, Beyrûtê, hatine tomarkirin. Stranên wî Bavê Nûrî, Derwêşê Evdî, Kalê Se’dûn, Kor Elî Beg, Wey Lo, Memê Alan û Bavê Lalo, Ehmed begê û xezalê hene ku gelekî navdar in.


Lukman Ahmad kî ye?

Lukman Ahmad hunermendekî kurd e ku li bajarê Manassas Park- Virgina dijî.
Di sala 2010an de wek penaberê siyasî hat Amerîka.
Xwe perwerde kiriye û di sala 1986an de, dema ku hîn li Rojavayê Kurdistanê bûye, dest bi afirandina hunerê kiriye.
Wî di zêdetirî 100 pêşangehan de li welatên curbicur, ji wan Sûriye, Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê û Swîsra, pêşangehên xwe vekirine.
Ew sembolîzm, xeyal, reng û rîtmê li hev diguncîne da ku bîner bigihîne cîhana ku lê jiyaye û hestên ku wî dîtiye. Hunera wî dîrok û çanda kurdan a dewlemend diyar dike û ezmûneke nû li huner û çanda Amerîkayê zêde dike.
Hunermend li Amerîkayê dijî û xebatên wî yên li ser hunera kurdî dewam dike. (Mehmed Salih Bedirxan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum