Dergevanek ji bo parlamenteriyê serî li Partiya Kesk a Çep da

Dergevanek ji bo parlamenteriyê serî li Partiya Kesk a Çep da

Li Amedê dergevanek bi navê Evdilrezaq Memîş ji bo ku bibe parlamenter serî li Partiya Kesk a Çep da. Memîş, got ew perçeyek ji civakê ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên vê civakê xwe kiriye berbijêr.

AMİDA HABER- Hilbijartinên Serokomariyê û Parlamentoya Tirkiyeyê her ku nêzik dibe, qada siyasetê jî rengîn dibe. Nexasim jî di serlêdanên berbijêriyê de kesên rengîn hene. Li Taxa Dîclekentê ya Amedê dergevanek bi navê Evdilrezaq Memîş, ji bo ku bibe parlamenter serî li Partiya Kesk a Çep da.

Dixwaze nîrê bindestiyê bişkîne

Dergevanê 43 salî Evdilrezaq Memîş 43 salî ye û bavê 3 zarokan e. Ew bi salan e li Amedê dergevaniyê dike. Li gorî gotina wî ew pir hatiye heciqandin û gelek tade dîtiye. Ew hem kedkar e û hem jî astengdar e. Ji sedî 56 rapora wî ya astengdariyê heye. Li gorî gotina wî ji nava civakê ye, pirsgirêkên civakê baş dizane û ew dixwaze pirsgirêkên civaka xwe çareser bike. Ji ber vê yekê jî serî li Partiya Kesk a Çep daye û dixwaze bibe parlamenter. Memîş, sedema ku dixwaze bibe parlamenter ji Amida Haberê re wiha vedibêje:

"Min hem ji kotaya kedkaran û hem jî ya astengdaran serî li berbijêriyê da. Dixwazim bibim parlamenter û pirsgirêkên civaka xwe çareser bikim. Ji xwe ez perçeyek vê civakê me. Êş û elemên vê civakê baş dizanim. Ez pirsgirêkên bajêr jî baş dizanim. Gelek kes ji bo menfaetê dest bi siyasetê dikin. Lê ez ne wisa me. Ez bi salan e tême heciqandin. Min gelek zehmetî kişandiye û gelek tadeyî dîtiye. Dixwazim van pirsgirêkên ku dizanim bibim parlamentoyê û ji bo çareserkirina wan hewl bidim. Ji ber vê yekê min serî li parlamenteriyê da."

HDP, piştî biryara Dadgeha Makezagonê eşkere kiribû ku dê bi lîsteya Partiya Kesk a Çep bikeve hilbijartinê.

Nûçe: İlyas Akengin

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.