Li Amedê çûna se mehsereyan  berdewam e

Li Amedê çûna se mehsereyan berdewam e

Li bajarê Amedê çûna ser mehsereyan ku di nîvê meha tebaxê de dest pê kir, hêj berdewam dike. Li navçeyên Farqîn, Çêrmûg, Pîran, Gêl, Hênê û Licê gundî diçin ser mehsereyan û dims çêdikin. Hinek malbat jî ligel dimsê bastîq û benî çêdikin û difiroşin.

AMİDA HABER- Li piraniya navçeyên Amedê xelk piştî ku tiriyên xwe diçinin berê xwe didin ser mehsereyan. Ev kevneşopiya ku bi hezaran sal in heye hê jî berdewam dike. Ji heft saliyan heta heftê saliyan di meha tebax û cotmehê de bi vî karî re eleqedar dibin. Beşek ji xelkê tiriyên xwe di mehsereyan de dikin dims û beşek jê jî benî û bastîq çêdikin.

Yek ji van kesan jî Harûn Şahîn e. Ew li navçeya Gêlê dijî û her sal di mehsereyan de dims çêdike. Şahîn ji Amidahaberê re axivî. Wî îsal ji 13 donum rez tonek tirî berhev kiriye.

'Tirî li ber tavê xira bû'

Harûn Şahîn dibêje ew ji tiriyê xwe dims, rîçal, bastîq û benî çêdikin û wiha got: "Me berhemeke baş bi dest xist lê ji ber germa zêde îsal tirî xira bû. Lê dîsa jî tonaja wê baş bû. Berhemên ku em li ser mehsereyan çêdikin li bazarê difiroşin. Gelek malbat debara xwe bi vî karî dike."

Par li bajarê Amedê li ser 20 hezar donum erd 172 hezar û 44 ton tirî hatibû bidestxistin. Tonaja îsal hêj diyar nebûye lê berpirs hêvî dikin ku îsal jî weke tonaja par baş be. (Nûçeya Taybet: Ilyas Akengîn)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.