Mehmet Emîn Ozkan dîsa bernedan

Mehmet Emîn Ozkan dîsa bernedan
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 27 sal in di girtîgehê de ye, li Edeneyê derkete pêşberî dadgehê.

AMİDA HABER- Dadgehê careke din biryara girtina wî da û ew berneda. Rûniştina Ozkan toloqê meha sibatê kirin. Girtiyê 84 salî Mehmet Emîn Ozkan ku nexweş e û li gorî raporan nikare di girtîgehê de bimîne îro careke din li Edeneyê derkete pêşberî dadgehê. Girtiyê nexweş Ozkan ku 27 sal in girtî ye û ji kuştina Bextiyar Aydin tê tawanbarkirin, bi nexweşiya xwe û kalbûna xwe bala gelek kesan kişandibû û li ser medyaya civakî ji bo berdana wî kampanya hatibûn destpêkirin. Îro Ozkan li Dadgeha Edeneyê, bi riya reng û deng SEGBÎS'ê derkete pêşberî dadgehê. Lê dadgehê di encama darizandina wî de careke din biryara girtinê da û ew berneda.

Dîmenên birina nexweşxaneyê ya Mehmet Emîn Ozkan piştî ku li ser medyaya civakî hatibû belavkirin gelek deng vedabû. Xelkê li ser medyaya civakî kampanyaya berdana wî dabû destpêkirin. Heta niha digel ku derbarî azadkirina wî de gelek kampanya hatine lidarxistin jî derbarê wî de biryara azadkirinê nehatiye dayîn.

Mehmet Emîn Ozkan bi îdiaya ku di sala 1993'an de Serpêlê Tirk Bextiyar Aydin kuştiye hatibû girtin. Tam 27 sal in di girtîgehê de ye. Li gorî raporan pê re nexweşiyên weke helandina hestî, kêmbûna ronahiya çavan, tansiyon û guatir heye. Her wiha guhên wî giran bûne û hişê wî jî diçe. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" wergirtiye. Lê dadgeh rapora Saziya Tipa Edlî li ber çavan digre û ew azad nake. (Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.