Polîsan hesabê bayê nekir, Farqîn di nava xazê de ma

Polîsan hesabê bayê nekir, Farqîn di nava xazê de ma

Li navçeya Farqînê ya bi ser Amedê ve polîsan bombeyên xaza ku dîroka wan derbas bûye îmha kir. Lê polîsan hesabê bayê nekir û bayê vê xaza ku hate îmhakirin li navçeyê belav kir. Qirika gelek kesan ji ber vê xazê şewitî û ji çavên wan dondik hate xwarê.

AMİDA HABER- Li gorî agahiyan Midûriyeta Ewlehiyê ya Polîsan biryar da bombeyên xazê yên ku dîroka wan derbas bûne îmha bike. Tîmên polîsan bi sedan xazên ku dema wan derbas bûne li sergoya ser riya Farqîn-Êlihê îmha kir. Lê polîsan hesaba bayê nekir. Digel ku ew cihê xaz lê hatin îmhakirin 6 kîlometre dûrî Farqînê jî bû, bayê ew xaz bi xwe re bir nava navçeyê. Şêniyên Farqînê ji nişka ve pê hesiyan ku qirika wan dişewite û ji çavên wan hêstir (rondik) dibarin. Li ser vê yekê kesên li derve xwe avêtin hundir û derî û pencereyên xwe girtin.

'Em li hundir asê man'

Yek ji şêniyan Necîp Guzel, diyar kir ku ew dema li ser karê xwe bûye çavên wî tijî hêstir bûne û wiha got: "Min fêm nekir ka çi ye. Ba hebû. Bandoreke xirab li min kir."

'Qirika min şewitî'

Yek ji şêniyên Farqînê Ramazan Boga jî got dema ew li taxê li ba hevalên xwe rûdinişt ji nişka ve qirika wî şewitiye û wiha qala wê kêliyê kir: "Dema ez li taxê rûdiniştim min hew dît qirika min dişewite. Min fêm nekir ka çi ye. Min berê xwe da sûkê, heman tişt li wir jî çêbû. Paşê em hîn bûn ku xazên ku dîroka wan derbas bûne îmha kirine."

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.