Şanogerên kurd ji bo HDP'ê derdikevin ser dikê

Şanogerên kurd ji bo HDP'ê derdikevin ser dikê

Piştî ku hesabên bankayê yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê hatin blokekirin, kampanyaya "Gencîneya me gelê me ye" hate destpêkirin.

AMİDA HABER - HDP dixwaze bi vê kampanyayê ji bo hilbijartinên 14'ê gulanê budçeya propagandayê ava bike. Koma Nîsk Hunerê ku navenda wan li Batmanê ye jî tevli vê kampanyayê bûn. Li gorî agahiyan hemû pereyên ku ji bilêtên lîstika "Seyrana Li Çeperê" bêne berhevkirin dê bidin HDP'ê. Lîstik li Amedê tê lîstin û ji niha de hemû bilêtên lîstikê hatine firotin.

Şanoya Bajêr a Amedê jî biryar girt ku beşek ji lîstikên xwe ji bo HDP'ê bilîzin. Li gorî agahiyan ew jî dê bi lîstika "Dek û Dolabên Scapen" derkevin ser dikê û pereyê bilêtên vê lîstikê radestê HDP'ê bikin.

Resamê kurd Hakan Yaşar jî bi berhemeke xwe tevli vê kampanyayê bû. Yaşar berhemê xwe derxiste ber firotinê. Federasyona Elewiyan a Ewropayê vê berhema hunermendê kurd Hakan Yaşar bi 200 hezar TL kirî. Federasyonê ev pere li hesabên HDP'ê razand.

Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê derbarê HDP'ê de doza girtinê vekiribû. Doz hêj berdewam dike lê dadgehê weke tedbîr dest danî ser hesabên bankayê yên HDP'ê. Rêveberên HDP'ê ji dadgehê xwestibû blokeya li ser hesabên wê rake lê dadgehê ev daxwaza HDP'ê red kiribû.(Amida Haber)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.