Serokê DEVA'yê di Cejna Remezanê de li Amedê ye

Serokê DEVA'yê di Cejna Remezanê de li Amedê ye

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan Cejna Remezanê dê li Amedê derbas bike. Babacan dê nimêja xwe ya cejnê li mizgefteke Amedê bike.

AMİDA HABER - Li gorî agahiyên ku Serokê DEVA'ya Amedê Cîhan Ulsen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, eşkere kir ku dê serokê partiya wan Alî Babacan di yekemîn roja Cejna Remezanê de li Amedê be. Ulsen, naveroka bernameya serdana Babacan parve nekir.
Li gorî agahiyan Babacan dê nimêja xwe ya cejnê li mizgefteke Amedê bike. Piştî ku bernameya giştî eşkere bû dê bi çapemeniyê re bê parvekirin. (Navenda Nûçeyan)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.