Yekemîn rûniştina doza Şêx Seîd li Enqereyê ye

Yekemîn rûniştina doza Şêx Seîd li Enqereyê ye

Yekemîn rûniştina doza tespîtkirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî dê di 25’ê nîsanê de li Enqereyê dest pê bike.

AMİDA HABER – Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê, ji bo tespîtkirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî derbarê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê de doz vekiribûn. Rûniştina yekemîn a vê dozê dê di 25’ê nîsanê de dest pê bike. Doz li 5’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê tê dîtin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev agahî parve kirin:

“Ev 98 sal in ku kurd li cihê gora wan digerin û têkoşîna vê ya hiqûqî didin…”

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 1925’an de bi biryara Dadgeha Îstîklalê li Amedê hatibûn darvekirin. Ev 98 sal in ku xizmên wan ji bo tespîtkirina cihê gora wan têkoşîna hiqûqî didin.

(Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.