Dı Perwerdeya Medereseyê da kıtêbeka nû: Tıs’ în

Dı Perwerdeya Medereseyê da kıtêbeka nû: Tıs’ în
Ev wekî mizgînîyekê ye ji bo ehlê Medreseyê.

AMİDA HABER- Ji ber ku berhemek bi navê “TIS’ÎN”ê*derket!

Şagirtên medreseyê êdî dê hêsantir fêrî rêzimanê (nehw û serf) bibin.

M. Burhan Hedbî, ew mirovê ku li gel melatî û serdersdêrîya xwe, her weha bi nîvîskarî û rewşenbîrîya xwe jî dihê nasîn pirtûka xwe ya nehem derxist.

kkkkk.jpg

Ev berhema ku bi nod (90) beytên xwe vesih û çar (34) mijarên sereke di xwe dadiguncîne, ji bo şagirtan delîveyeka bêhempa ye.

Hin ji wan sih û çar mijaran ev in:

Navlêdana Nehw û Serfê

Mijara Danasîna Î'rabê

Cure û Eqsamê Î'rabê

Mijara Bêjeyan

Madî

Mudari'

Kelam

Me'rîfe

Merfû'ât

Îsm û Fa'il û Mef'ûl û Sîfetê Muşebehe

Ef'alên Naqîse

Înne û Xwişkên Wê

Ef'alên Qulûb

Mensûbat

Hal û Temyîz

Mustesna

Mecrûrat

Niha “TIS’ÎNA HEDBΔyî gihîşt ber destê xwendekaran…

Ew ilmên di medreseyan da wekî ilmê aletê dihê zanîn û bi salan dihat xwendin, Nivîskarîdi vê berhema xwe da nexşerêyek ji şagirtan ra daniye, da ew di demeka gelek kurt da têbigihêjin…

Wî di vê berhemê da bi nod beytî mijarên bingehîn yên van ilman dane dest.

Hedbî dibêje; “Bi kurtayî ev berhem, ji hêla ziman, naverok û şêwazê ve gelek cuda ye. Ev her sê taybetmendî, hem ji bo zûtêgihîştinê û hem jî di warêdemê da gelek teserifê dike. Bi vî rengî şagirt zûtir bi ber dikeve ku ka çi, çi ye.”

Ew berhema ku di 10.06.2024an daji alîyê Weşanxaneya Mekteba Seydayê da derketiye, niha li ser internet û hemû amûrên gihîştinê li ber destê xwendekaran e…

M. Burhan Hedbî kî ye?

Hedbî di sala 1976an da hatiye dinyayê. Keseyatekî xwedîdîwan e.

Ji derveyî mewlûd û dîwana wî kitêbênwî yên wekî din jî hene.

Xebatên wî yên civakî

Di sala 1996an da kitêbên rêzê xelas dike.

Di sala 1997an da bi fermî dest bi erka melatiyê dike.

Di 1997an da dest bi nivîs û wergêrê dike.

Paşê Îcazeya 'ilmî di sala 2000î da werdigire.

Di gelek kovar, rojname, malperên neteweyî û navneteweyî da qunciknivîsî jî kiriye.

Di 2007an da malpereka bi kurdî û tirkî (www.isikligenclik.com) ava dike.

Di 2010an da malpereka bi kurdî, tirkî û erebî (www.Riyaroni.com) ava dike.

Di 2014an dabi navê Navenda Lêkolîna Pêşvebirin û Parastina Yekîtîya Gelên Rojhilata Navîn (OHAK-DER) komeleyekê ava dike.

Beşdarî gelek komxebatên neteweyî û navneteweyî dibe.

Di sala 2015an da (ji bo salekê) di çarçoveya projeya "Gelî Ciwanan, Bila Êdî Doza Me Jiyan Be!" li Mêrdîn û hemû navçeyên wê ji bo nêzî çar hezar xwendekarên lîseyê panel û konferansan dane.

Niha jî li gelek rojname û malperên nûçeyan di quncikekê (Yên Di ‘Arafê da Mane)da nivîsên wî yên kurdî-tirkî tên weşandin.

Di sala 2017an da mizgeft û medrese çêkirin û heta niha jî li vê mizgeftê dixebite û di medreseyê da jî serdersdêriya feqîyan dike.

Dersên li mifredata medreseyê zêde kirine

- Pênaseya Serf û Nehwê

- ‘Eqîde û Fiqha Zelal

- Fêrbûna bi Pankartan

- Ji Bîranên bêjeyekê tiştê ku dikarim bibêjim

- Tis'îna Hedbî

Berhemên Wî:

Pendên Şafiî, Yeşilova Matbaacılık, Kızıltepe, 2009

Mewlûda Kurdî Bi Şêwaza Hedbî, Yeşilova Matbaacılık, Kızıltepe, 2010

Eqîd û Fiqha Zelal, Nûbihar İstanbul, 2011

Rondikên ji Dil, Apec, Diyarbakır, 2015

Müslüman Görünmek ve Müslüman Olmak, Kar Ofset, Ankara, 2015

Pênaseya Serf û Nehwê (ji bo seydayan), Aydoğdu Matbaacılık, Kızıltepe, 2019

Pênaseya Serf û Nehwê (ji bo şagirtan), Aydoğdu Matbaacılık, Kızıltepe, 2019

Dîwana Hedbî, Lorya, Wan, 2022

Û Tis’îna Hedbî, Weşanxana Seyda, 2024

*Tisˈîn: Nod

Benzer Haberler
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.