Enwer Karahan: Edebiyat ji bona min tiştekî din e.

Enwer Karahan: Edebiyat ji bona min tiştekî din e.

Ev cara yekem e ku ez bi zimanêxwe hevpeyvînekê dikim... Lewra ji destpêkê ve heta niha ez karê xwe yê nivîsînêbi zimanê tirkî didomînim.

AMİDA HABER- Ya rastî ew e ku heta niha min gelek hevpeyvîn kirine,lê divê ez li xwe mikur bêm ku tu hevpeyvîneka berê bi qasî vê hevpeyvîna bi zimanê min, ez kêfxweş nekirime û ez vê gavê jî nikarim vê rewşa xwe ya psîkolojîk bi gotinan vebêjim. Ez dikarim bi tenê bi kurtî bibêjim ku min çêjeka bêhempa ji vê hevpeyvînabi zimanêxwe stendiye û niha ez dixwazim vê çêjê pêşkêşî we jî bikim. Kerem bikin...

72e4787f-befe-4ed2-a28b-329c90527d8c.jpg

Enwer Karahan

-Ji pirsa herî dijwar em dest pê bikin: Nivîskar Enwer Karahan kî ye?

Li gorî min ev pirs,ya herî klîşe ye, ne pirsa herî dijwar e! Di hemû jiyana xwe de min nefret ji vê pirsê kirye! Gotinek bavê min hebû, digot, eyb e meriv qala xwe bike, ger hebe pirêzeyek merivî, bila xelk qalbike.Lê ji bo ez li hemberî te û xwendevanên kurdî eyb nekim, ez ê bi çend gotinan (Bila ev îstisnayek be) qala `mêraniya xwe`bikim… Enwer Karahan di sala 1964an (Qeyda resmî 1962 ye) de, li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê. Ew ji bineciyên Dêrikê, ji Mala Hecî Osmanê Reşo ye. Heta bi sala 1992yan ji Dêrikê derneketiye, di sala 1997an koçî Swêdê kiriye.Di navbera salên 2000î û 2005an de li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê karê arşîv û dokumentasiyonê kiriye.Demekê berpirsiyariya redaksiyona Berbangê kiriye ku ew organa FKKS li Swêdê ye.Bi qandî du salan di beşên nûçeçêkirin û rastkirina nivîsan ya Netkurdê de û du salan jî di Nefelê de kar kiriye û di heman demê de nivîskariya quncikê kiriye ku ew du malperên xwerû bi kurdî bûn û li ser înternetê dihatin weşandin.Di sala 2014an de hatiye li Mêrdînê di rêzefîlmê JANê de him wek lîstikvan di 56 beşan de lîstiye û him jî wergera senaryoyê kiriye. Niha jî di rêzefîlmê bi navê Hêvî him dilîze û him jî wergera senaryoyê dike ku ew li Midyadê tê kişandin.Ew him endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê û him jî endamê (SFF) Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Ji sala 2017an û vir de li Diyarbekirê dijî.

-Pêvajoya te ya nivîskariyê çawa dest pê kir û çima nivîskarî?

Nivîskariya min a aktîv li Swêdê dest pê kir. Berî ez koçî Swêdê bikim, min hin caran tiştên piçûk dinivîsandin û di kovar û rojnameyên wê demê de belav dikirin. Ez bi derengî çûm Swêdê. Îcar nivîskariya min jî li Swêdê piçekî bi pêş de ket, lê ev nayê wê maneyê ku ez berê jî bi kurdînivîsînê re eleqedar nedibûm. Ji xwe têkiliya min û edebiyatê ji berê de ne xerab bû, lê bi tenê wek xwendevanekî. Ez nikarim bibêjim ku ez di şeş-heft saliya xwe de, yan jî di xortaniya xwe de bûme nivîskar. Ez piştî sîhsaliya xwe daxilî jiyana nivîsê bûm û nemaze jî piştî derketina derveyî welêt nivîskariya min a aktîf dest pê kiriye. Gava ez li welêt bûm car caran hin tiştên piçûk (bi hin naznavên cûda) min di rojnameya Medya Guneşî, Jiyana Nû û Rojê de nivîsiye, lê weke çîroknivîskarî, piştî 1998an e.Ez li Swêdê li Kitêbxaneya Kurdî dixebitîm û di wê demê de îmkanên ez karibim hîna bêtir bi nivîsê û edebiyatê re dakevin, karibim girr û derdê xwe bi rêya nivîsê derbikim, ketin destê min. Nivîs ji bo min rêyek e ku ez karibim heyfa xwe ji dem û dewranê, ji bîranîn û paşerojê bistînim, ez karibim fantaziyên xwe yên dema niha û dema bêyî li hevdu biguncînim. Bi kinayî, di rêya nivîsê re ez dilê xwe li gelek tiştan rehet dikim, rê û rêbazan nîşanî kesî nadim, mîna wênekêşekî ji xwe re sûretan dikişînim û pêşberî xwendevanan dikim, ew qas.¬Di heman demê de, ji bo min nivîs xweşî û bextewariyek e. Gava ez dinivîsim ez rehet dibim, loma jî ji serî de ez ji bo siheta xwe dinivîsim, ji hêla din de ez digihêjim wê qeneetê ku (hindik be jî) ez li gora xwe midaxeleyî hin arîşe û tevliheviyên civatê jî dikim. Ez fikrên xwe bi rêya nivîsê digîhînim civatê, ji ber ku ev civat hîna negîhaye cîyê ku wê heq kiriye. Miletê me bi tu awayê xwe ne kêmî xelkê ye û ev êş û kedera hanê heq nekiriye. Loma jî heta rewşa miletê kurd weha be, barek li ser milê me jî dikeve ku em li gora taqeta xwe midaxeleyî cîhana fikrî bikin û li gora xwe rol û foksiyonekê bilîzin. Hete ku kurd bi neheqiyê re rû bi rû bin, ez midaxelekirina li dijî vê neheqiyê wek erkeke rewşenbîriyê dibînim; ev neheqî dikare ji aliyê kurdan ve be û dikare ji aliyê neyarên kurdan ve be, ferq nake. Tu nivîskar û rewşenbîr nikare li hemberî neheqiyê bêdeng bimîne, ji xwe ferqiya wan û mirovên ji rêzê jî ev e.Zimanê kurdî hîha jî qedexe ye û ew di bin tehdîdê de ye. Nivîsîna min a bi vî zimanî helwêsteke siyasî ye. Heta rewşa kurdî weha be, ez bi xwe nafikirim bi zimanekî dinê binivîsim.

-Tu hîn bêtir bi çîroknivîskariyê tê nas kirin… Te çîroka xwe ya pêşî kengî nivîsî û mijara wê çi bû?

Çîroka min pêşî di sala 1998an de bû û di kitêba min a pêşî de heye(2001), navê wê Rojbûn e. Ew qala penaberekî kurd dike bê çi qasî ji xwe aciz e û di rojbûna keça wî de gijgijek di hundirê wî de çêdibe ku ew jî dibe sedem di dawiya çîrokê de keça wî ji destê wî bikeve û di balkonê de werbibe. Yanî çîrokeke têra xwe trajîk e.

-Te li vê erdenîgariya ku ji rewşenbîr û niskaran bêtir siysetmedarafirandine, te çawa karîbû wek nivîskarekî xwe tarîf bike? Û te di vî warî de çi zahmetî kişand?

Min çavê xwe di malbateke weha de vekir ku kurdperwerî bêyî îradeya min bû etîketa min a sereke. Hewcedariya ku ez bi tercîhekê re rûbirû bimînim, tune bû. Ez bi xwe jî ji temenekî gelekî piçûk de ketim nav siyaseta aktîf.Ji xwe piçekî jî bingehê nivîskariya min ji siyasetê tê. Nivîsa min a pêşî ya bi kurdî siloganeke (dûrişimeke) bi kurdî bû ku min li ser dîwarî nivîsbû ”Bijî azadî, bimre koletî”… Yanî, nivîsandina min a bi kurdî jî helwêsteke siyasî ye. Ez dikarim bibêjim ku min qet (ji xêndî yek-du îstisnayan) bi tirkî nenivîsiye. Ji ber ku tu pêwîstiya zimanê tirkî bi min/me tune ye û divê lukseke nivîskarên kurd di wî warî de tune be ku bi zimanê serdestan binivîsin. Heger li welatê me kurdî ne zimanekî qedexe bûya, ez bawer nakim ez bibûma nivîskar. Ji ber qedexebûna vî zimanî diviyabû hin kesan mihawele bikiraya ku ev ziman bibe zimanê civata me yê nivîskî. Ji xwe Mîr Celadetî bi Hawara xwe di salên sîhî de şûrê xwe li hemberî vê neheqiyê kişandibû û di hewara kurmacîaxêfan de hatibû. Ew alaya wî bilind kiribû, heta roja îroj e ku em xwe didin bin sîwana wê û hewil didin ew alaya hanê nekeve erdê, nekeve nav lingên hespên çavsoran. Ji ber ku zimanê me yê siyasetê bi tirkî bû û ji me re nebûbû adet em wan termên marksîzm û lenînîzmê bi kurdî bi kar bînin, yan jî bi gotineke dinê, ji ber ku ew teoriyên hanê bi zimanê tirkî gîhabûn me, em mecbûr diman bi miletê xwe re jî bi tirkî bipeyivin, bi tirkî propagandayê bikin. Piştî demekê hin partî û rêxistinan di warê bikaranîna kurdî de mihawele kir da ew daxilî cîhana nivîsîna bi kurdî bibin, lê zêde bi pêş de neketin; ji ber ku 12yê îlonê hat û hereketa kurdderbeke mezin xwar.Nivîskariya kurdiya kurmancî hîna bêtir jî ji bal kurdên siyasî ve bi pêş de ket ku ew ji ber sedemên siyasî derketibûn derveyî welatî. Swêd, di vî warî de xwedî roleke giring e.Ez jî yek ji siyasetmedarên berê me. Bi salan min di nav siyasetê de cîh sitend, lê di netîceyê de min fêm kir ku ez û siyaset li hevdu nakin. Belkî jî ez bi kêrî siyasetê nehatim. Ji xwe piştî îdeaya min a siyasetê nema ez derketim derveyî welêt. Ger ez li xwe mikur werim, ez ji ber rîskên siyasî derneketim derve, ji ber hêviyên min ên ji siyasetê têk çûn loma ez derketim. Min fêm kir ku ez siyasetê ji riza dilê xwe nakim, ji ber hin kes dixwazim û ez jî ji bo wan tenê nehêlim, ji bo dilê wan neşkînim, bi gotineke dinê, ez bi ber fediyê ketibûm û min dikir. Gava min dev jê berda, min xwe azadtir hîs kir û hêlên min ên edebiyatê di giyanê min de serî hildan. Bi kinayî,siyasetê ez dişibanidim xwe, lê edebiyatê ez kirim, ez.

Solda, Enwer Karahan- Metin Aydın

enwer-karahan-metin-aydin.jpg

-Gelek berhemên we yên bi kurdî hene…

Di eslê xwe de navên wan di înternetê de (Wîkîpedî) hene, lê ez ê dîsa jî ji bo we lîsteya wan li jêrê binivîsim. Bi giştî 11kitêbên min ên çapbûyî hene; 5 çîrok, 3 roman, 2 ceribandin û yek jî kuliyata helbestan e. Ev kuliyata helbestan, 478 rûpel in. Di eslê xwe de 6 dosyayên helbestê ne, lê ji ber acizbûna min a ji weşangeran, min hemû wek pakêt çap kir û xwe jê xelas kir.Helbet ez bi xwe mijara berhemên xwe hildibijêrim, lê hin car hene ku ew mijar bi xwe tên bela xwe di min didin. Ew xwe li serê min dikin bela, dibin curm û dikevin hustuyê min. Ji bo rewşên weha cîh qet ne giring e, dikare di nîvê şevê de be, dikare di nav qerebalixiyekê de yan jî li serşokê be; êdî ew û wîcdanê xwe ye, qet ferq nake. Îcar, ji wê bîstika ku ew li min dibe bela û hata ez dest bi nivîsîna wê dikim, ew li ser pişta min barek e. Ez mecbûr dimînim ku teva wî barî bigerim, rakevim, bixwim û vexwim. Bi gotineke din, ez himaliya wî barî dikim. Lê ez ji vê himaliya hanê qet aciz nabim û gazinan nakim… Ez zû bi zû dest bi nivîsîna wê nakim. Heta ku ew mijar di serê min de tam zelal nebe, ew nestewe, ez xwe tê dernaxim. Lê gava ez dest pê dikim -bi pirayî- ez wê di hilmekê de diqedînim. Qesda min ji qedandinê ew e ku ez çerçeweya wê datînim û weha dihêlim. Ez wê gavê wê naxwînim. Roja dinê ez carekê dixwînim û mudaxeleyên pîçûk tê de dikim. Ez wê careke din didim qoziyekê ku piçekî wext di ser re derbas bibe. Bi kinayî, ew piştî çend midaxeleyan ber bi hev tê. Car hene ku hin berhem bi salan di nav destê min de dimînin û ez bi caran li ser dixebitim, lê ew tu carî nagihêjin mexseda xwe û di quncikeke dilê min de hefskirî dimînin. Bi piranî jî ew çîrokên di serê min de baş zelal nebûbin ku min dest bi nivîsîna wan kiribin, weha dibin; loma jî divê ez ji sedî sed hakimê wê mijarê bim dû re dest bi nivîsîna wê bikim.Gava ez dest bi nivîsîna mijarekê bikin, divê tu şîk û sî li ser wê tune be. Heger siya serê min bi xwe jî têkeve ser wî rûpelê sipî, ez di wê çîrokê de bi ser nakevim.Divê ez tu sînoran ji xwe re danînim û zikê xwe bi tu qahremanên xwe neşewitînim, ji kesî netirsim û fedî nekim. Dudiliyeke piçûk jî hebe, ew berhem têkçûyî ye. Ez vê yeka hanê ji tecrubeyên xwe baş dizanim.Her çi qasî fikrên min ên siyasî hebin û bingeha nivîskariya min ji siyasetê were jî, heta ji min tê, ez berhemên xwe ji siyasetê û minaqeşeyên di wî warî de diparêzim, ez wan polîtîze nakim. Ji ber ku edebiyat ji bona min tiştekî din e, ne zemîneke minaqeşe û pevçûyinên siyasî ye. Heger ez di jiyana xwe de tu carî nebim mirovekî siyasî jî dê fikrên min ên siyasî hebin û ez ê bi rêya nivîsê wan fikrên xwe bigîhîm civatê, lê ne bi rêya edebiyatê. Ji xwe gava mirov li vê yekê ne miqate be dê di nivîskariya xwe de bi ser nekeve. Ev ne ji bo çîrokê tenê weha ye, ji bo hemû beşên edebiyatê weha ye; bikaranîna siyasetê ya di edebiyatê de ne felaketek e, lê ew mîna xencereke dudev e, heger mirov wê bi hosteyî bi kar neyne, ew dikare xwediyê bikuje. Berî hertiştî edebiyat ji bo min ew e ku meriv di jiyana xwe de hîna bêtir çavnas û baldar be; li dora xwe bêtir hay bibe û bi hemû zindî û nezindiyên civata xwe re eleqedar bibe. Bi gotineke dinê, mîna wênekêşekî ku hergav li dîmenên balkêş bigere û bi hûrbijêrî xweşî û kederên jiyanê û yên xwezayê bineqîne.Meriv bikara ew tiştên di jiyana mirovî de diqewimin û dikarin biqewimin ku ew mîna tiştên normal û rojane tên xuyakirin destnîşan bike, wan bi awayekî balkêştir formule bike, wêneyekî wan bigire, ji nû ve biafirîne, ew bi xwe bibe xwediyê wê cîhanê û bi zar û zimanekî xweş tehmekê bidê û pêşkêşî civatê bike.Heger xwendevanan jî tahm û lezetek ji wê formê wergirt, hin îşaretên ku bi xwe ve girêdayî di nav tevna wê de pêde kirin, ev tê wê maneyê ku berhem him rastî, him xeyal û him jî xweşî ye.Ez jî mîna her nivîskarî hewil didim ku ji kameraya xwe hin wêneyên civatê bi zelalî bikişînim û rengên cûda zevt bikim; îcar heta bi ku ez bi ser dikevin, yan bi ser nakevim, ew teqdîra vê civatê bi xwe ye. Lê ji bo ev civat jî têbêgihêje ku eleqeya wê û wî wêneyî çi ye, têkiliya di navbera wan de di kîjan asteyê de ye, divê piçekî baldêr be.

-Li gorî te edebiyata kurdî îroj di kîjan astê de ye?

Edebiyata kurdî ne li ciyekî xerab e, hêdî hêdî li tenayê disekine. Yanî prosesa çarpiyaçûyinê xelas kiriye û hêdî hêdî gavan davêje. Di van salên dawiyê de berhemên baş tên afirandin.Li gora rewşa ziman û edebiyata vî miletî û zahmetiyên ku wî kişandiye, nivîskarên kurd tiştên dinivîsînin û berhemên diafirînin, ne kêmî yên xelkê ne. Di her miletî de tiştên baş û nebaş hene, tiştên tên ecibandin û nayên ecibandin hene; lê her yek jî ji wan li gora xwe xwendevanên xwe peyde dikin. Ez bawer dikim her ku civata me li xwendina vî zimanî vegere, ew ê qedir û qîmeta nivîsê û ya nivîskarên xwe jî li gora çawayiya berhemên wan bigre; lê civateke nexwendî dê tu carî nikaribe ji hev derbixe ku nivîskarên wê bi çi re mijûl dibe û bi kîjan rengan wêneyên wê dixemilînin. Ez ne bi wê yekê re me ku ji ber em bi kurdî dinivîsin bila ev civat qîmetekê bide me, lê heger bi rastî jî em wêneyê vê civatê rast dikişînin û bi orjînala rengên wê dîmenekî diafirînin û forma wê ya rastî pêde dikin, wê gavê divê teqdîra wê jî hebe.

-Li gorî bawerîya te nivîskarên dema niha ji bo te çi îfade dikin?

Nivîskarên dema niha xwe mîna dobelanan dihesibînin. Tiştên berî xwe nabînin, lê di eslê xwe de li gorî me ew gelekî bi şans in. Ji tune de du-sê qirnên berî wan hene ku dest avêtine qelemê û ji bo wan pirêzeyek hiştine. Divê ew ji vê pirêzeyê îstifade bikin, ê me şansa me ew qasî tune bû, lê me ji yên berî xwe dişêkirand û em dişêkirînin.Piçekî jî di bin tesîra bizavên xerîban de nin, ger xwe ji wê xelas bikin dê tiştên gelekî baştir binivîsin, helbet qesda min ne ew e ku tiştên baş nanivîsin. Ez di vî warî de xweş bîn im. Bi tenê gazinek min ji wan heye ku piçekî zimanekî çêkirî û nalyon bikar tînin. Ji dêvla wê ew xwe bispêrên piştpala kurmancî wê gelekî baştir bibe. Divê meriv tiştên xelkê ew qasî jî di serê xwe de mezin neke. Ger hûn bala xwe bidin navdarên herî mezin yên dinyayê jî gava berhemên wan werdigerin kurdî, ji yên me ne pir bipêşdetir in.

2f464397-213f-4f75-8974-2299e942497e.jpg

-Kesên bi eslê xwe kurd in û bi dahfdanê bi zimanekî din (tirkî, erebî û farisî) dinivîsin û nikarin bi kurdî jî binivîsînin (Belkî jî naxwazin!), çima hertim ji wan tê xwestin ku bila ”vegerin” kurdî? Ev ne tiştekî şaş e? Çi hêvî ji van kesan tên kirin?

Ev meseleyeke gelekî hasas e. Hin caran em bi tundî diherin ser van kesan (belkî heta derekê em bi heq in jî), ji ber ku ew di nivîsa serdestên me de gelekî biserketî ne. Ev yeka hanê me aciz dike. Çima me aciz dike? Ji ber ku ew kes êdî ne malê edebiyata me (edebiyata kurdî) ne, ew malê wê edebiyatê ne ku bi zimanê wê dinivîsin. Ev yek me ji dînê me derdixe. Baş e, gava ev kes bi zimanê me binivîse, gelo wê ew qasî biser kevin? A pirs ev e! Min berê gelekî bi hişkî helwest li hemberî van kesan werdigirt û min digot çima bi zimanê xwe nanivîsînin, lê piştî min hin tecrubeyên konkret dîtin, êdî min dev ji wê helwesta xwe berda. Ji ber ku gava ew kes ji wî zimanî vedigerin kurdî û berheman diafirînin, em dibînin ku ew qas biser nakevin. Sewiyeya berhemên wan mîna yên zarokan in (hin îstisna ne tê de), ji bo ew di nivîsîna kurdî de bi ser kevin divê gelekî mihawele bikin, loma jî ez ji xwe re dibêjim, ya baş ew li ciyê xwe bimînin çêtir e, emrê me ji Xwedê, ew ji kîsê me çûne. Lê dîsa li xwe vedigerim û dibêjim, teva her tiştî jî divê meriv ji derekê dest pê bike û wê tecrubeya nivîskariya xwe ya ji zimanên dinê li zimanê xwe jî siwar bike.Heger bingeha meriv xurt be, bi kîjan awayî be dê xwe di nivîskariya kurdî de jî bi pêş de bixe. Lê divê ez vê yekê jî bêjim ku ew kesên bi zimanekî din dinivîsin, heta sibehê kurd bin, bedelên mezin jî ji bo mafê kurdan dabin jî, mixabin ew ne malê edebiyata kurdî nin û li xaneya cîhana nivîsa kurdî nayên nivîsîn, ew aîdê wî zimanî ne ku pê dinivîsin. Bila ev jî nota dawî be.

-Xwendevanên Enwer Karahan kî nin û ew dixwaze prototîpên xwendevanên wî çawa bin?

Ez nizanim xwendevanên min kî nin. Ya rastî tu hesabekî min li ser berhemên min û li ser `xwendevanên` min tune ye. Îstatîstîkek di destê min de tune ye bê kî û çend kes kitêbên min dixwînin. Ez dinivîsim û didim weşandin, jê pê ve nizanim aqûbeta kitêbên min çi dibe.

-Li gorî te ”Nivîskar” û ”Rewşenbîr” kî nin? Tu dikarî vê tahrîfa tu dê bikî -bi kêmasî û zêdayîyên wan-di derbarê nivîskarên kurd de bikî?

Nivîskar û rewşenbîrên kurd bi pirayî alîgirên partî û rêxistinan in, loma jî nikarim tarîfek objektîv di derbarê vê têgehê de bikim, lê qeneta min a li ser tevahiyê weha ye.Li welatên bindest -ji mîsala welatê me- derketina rewşenbîran yanî biserbêjingêketina wan zahmet e, ev zahmetî ne ji ber tunebûna mirovan e, ji ber wê rewşa wî welatî ye. Kurd jî wek hemû miletên dinyayê xwedî xisûsiyetên xwe yên miletî ne, lê ji ber nebicîhanîna prosesa neteweybûnê, hin xisûsiyetên bipêşdeketina civatê jî kêm mane.Niha gava qala rewşenbîran dibe çi tê bîra mirovî? Helbet ew ne mirovên weha ne ku bi çend serî û çend çavan in, lê ya pêşî tê bîra meriv, divê ew kes xwedî xisûsiyetên xwe yên xweser bin. Çi ne ev xisûsiyet? Ya pêşî, divê rewşenbîr xwedî fikir bin û bi fikrên xwe tesîrê li civatê bikin...Ya duduyan, divê ew xwedî helwêsteke bêtawîz bin...Ya sisiyan, divê him bingeha wan a civakî xurt be û him jî ji çavkaniyên dinyayê yên zanist, kultur, felsefe û edebiyatê haydar bin; pirhêl bin û rextên wan tije bin...Ya çaran, divê ew li gora fikrên xwe bijîn. Ne xwediyê tu hesab û kîtaban bin ku ew ji terefê sîstemê ve ji wan re were.Divê ew bêtirs bin û di rewşên herî xerab de karibin moralê bidin civatê, bi gotinekê be jî aksiyonekê ava bikin.Ne şerd e cil û bergên wan, rabûn û rûniştina wan û kirinên wan wek ên civatê bin. Ji xwe wexta wek herkesî bin, ew jî ji rêzê ne.Yeka din jî; çênabe ew girêdayî hêzeke siyasî bin, heger girêdan bi wan re hebe, ji entellektuleiya wan tiştek kêm dibe; lê divê ew xwediyê fikrên xwe yên xweser bin, tu divê bila ew siyasî bin û divê bila rewşenbîrî bin. Mirovên entellektuel divê bi karê siyaseta birêxistinî re mijûl nebin, ji ber ku ew di nav wî karî de bin, ew ê nikaribin li gora fikir û baweriyên xwe helwêstên rewşenbîriyê bi pêş de bixin. Gava weha be, ferqayetiya wan û endamên ji rêzê namîne...Divê ew herî hindik rojê sed rûpelên kitêbê bixwînin, helbet ev ne sînorekî hêsan e ku ez ji wan re datînim, lê ez ya dilê xwe dibêjim.Zahmet e ku ew bi jin û zarok bin, lê ev jî girêdayî wê yekê ye bê ew kesa/kesê ku pê re jiyana xwe par ve dike, çi kes e...Divê ew mixalif bin. Ew mixalifên sîstema serdest bin... Îcar a di vir de em vedigerin ser rewşa kurdên ku dixwazin bibin entellektuel. Gelo kurdekî ku li bakurê welêtentellektuel be û li hemberî siyaseta serdest mixalif be, dê çawa bê binavkirin?Helbet ji bo kesên bi rastî jî entellektuel in û xwediyê wan xisûsiyetên li jor in, tu qîmeta gotinê tune ye bê kî wan çawa bi nav dike.

d08d9a7c-5dbf-4cb4-9111-ac6baf234778.jpg

-Tu ji rexnegir û xwendevan reaksiyonên çawa werdigrî?

Hema bêje reaksiyon tune ye. Rexnegir ji xwe tune ye, xwendevan jî nas û dost in.

-Em dibînin ji bilî nivîskarî û helbestê, tu bi karê rêzefîlm û wergera senaryoyê re jî mijûl î ûdi hemen demê de tu wek lîstikvan jî derdikevî pêşberî temeşavanê kurd, aktorî û nivîskarî çawa bi hev re dimeşin?

Aktorî wek hobiyekê ye, ew ne karê min ê sereke ye. Ji xwe bi berdewamî jî nalîzim, sehayek ew qasî fireh tune ye ku meriv hergav xwe lê îfade bike. Hin caran lê rast were ez jî xwe di wê govendê de kil dikim, ew qas. Lê meseleya wergerê ji lîstikvaniyê jî girîngtir e. Her projeya ez tê de bilîzim miheqeq ez dixwazim wergera wê ez bikim. Ev jî dîlemayeke sînema û rêzefîlêmên kurdî ne ku senaryoyên wan hîna jî bi tirkî tên nivîsîn. Ji ber wê jî, ji bo bi kurdiyeke resen û zelal lîstik bê peşberî temaşevanan ez wek şerdekî didim ber çêkerên rêzefîlman ku divê wergera wê ez bikim. Ji pratîka rêzefîlmên berê dizanim bê wergereke çi qasî xerab dihat kirin, loma jî (belaş be jî) ez ê bixwazim ez wergera wê bikim.

-Di van dawî de tu li ser çi radiwestî? Di tûrikê te de çi hene?

Dosyayek helbestê li ber çapê ye, yeka kurteçîrokê jî li ber qedandinê ye, ji bilî wê jî li ser notên romanekê dixebitim.

-Gotina dawiyê tu ji kerema xwe re bêjî, sipas dikim Enwer Karahan…

Gotina dawî, sipasî cenabê te dikim.

ENWER KARAHAN:Li gora qeyda Enwer Karahan ya nifûsê, ew di sala 1962an de li DêrikaÇiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de bûye. Karahan, di sala 1997an de derketiye derveyî welêt û li Swêdê bi cîh bûye. Heta niha sê roman, du ceribandin/vegotin, pênc kurteçîrok û yek jî kulîyata helbestên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

- Şevbihêrkên şevên xalî, kurteçîrok (2001)

- Duaya êvarê, kurteçîrok (2003)

- Xanima kozê, kurteçîrok (2005)

- Çû, ceribandin (2006)

- Du dilop, kurteçîrok (2008)

- Şapînoz, roman (2010)

- Mêlav, vegot‹n (2013)

- Siwarê şînbozê Êlas Efendî, roman (2013)

- Lorînên şevê, helbest, (2016)

- Şapat, çîrok (2019)

-Silûk, roman (2021)

(Amedekar: Metîn Aydin)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.