Amîda Haber dest bi weşanê dike

Amîda Haber dest bi weşanê dike
"Çi bikim ku qewî kesad e bazar nîn in ji qumaşî ra xerîdar''

"Çi bikim ku qewî kesad e bazar nîn in ji qumaşî ra xerîdar''

Ehmedê Xanî hêj beriya 300 salan ev gotin ji bo zimanê me gotiye. Helbet sedemên vê yên siyasî, aborî û civakî pir in. Em weke amidahaber dixwazin ligel tirkî bi kurdî jî nûçeyan çêkin. Nexasim jî bi şêwezarê kurmancî û kirmanckî (zazakî). Em dibêjin nûçeyên xwe bi zimanê xwe jî bixwînin. Em weke amidahaber feyza xwe ji şaristaniya Amedê ya 8 hezar salan digrin ku vê erdnîgariyê gelek ziman, çand, bawerî û olên cuda mêjandiya. Em weke malpera yekemîn a pir zimaniyê dest bi weşana xwe dikin.

Her rojnamevan bi dirûşma "Bêalîbûn, pir dengî, objektîf û lezgîniyê" dest bi kar dike. Lê em hêmaya "bêalîbûnê" ji van hêmayan radikin. Lewre em alî ne... Aliyê me maf, hiqûq, gel û xwecihî ye.

Em di rewşeke wisa de dest bi weşanê dikin ku nûçevaniya yekalî tê kirin û dengê rastiyê tê fetisandin. Lê em weke amidahaber dixwazin bibin dengê bêdengan, bibin dengê kesên ku qêrîna wan di dilê wan de hatiye tepisandin, bibin dengê wan kesên ku nikarin dengê xwe derxin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum