Çavê kurdan li 'derbiya kurdan' e

Çavê kurdan li 'derbiya kurdan' e
Di serî de çavê xelkê Amedê çavê hemû bajarên kurdan li derbiya Amedspor-Batman Petrolsporê ye. Amedspor roja çarşemê saet di 19.00'an de dê li mala xwe mazûvaniya Batman Petrolsporê bike.

AMÎDA HABER- Tîma keskesor Amedspor ku di demên dawiyê de ji aliyê alîgirên hin tîman ve weke hedef hate nîşandan, di 5'ê cotmehê de saet di 19.00'an de li sehaya xwe mazûvaniya Batman Petrolsporê dike. Ev maç di nava kurdan de weke 'derbiya kurdan' tê binavkirin. Amedspor ji ber cezayê ku girtiye dê bêalîgir derkeve pêşberî tîma Êlihê.

Omer Bozan seqet bû

Tîma Amedsporê ku amadekariyên xwe yên ji bo tîma Batman Petrolsporê berdewam dike, derbarê futbolîzên ku seqet bûne de jî daxuyaniyek belav kir. Kulûba Amedsporê di hesabên xwe yên medyaya civakî de daxuaniyeke wiha da: "Futbolîzê me Omer Bozan ku di maça Afyonê de seqet bû, tedawiya xwe berdewam dike. Futbolizê me 3 heftiyan dê nikaribe bilîze. Silametî be Omer Bozan." (Navenda Nûçeyan)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.