Cenazeyê Mûnzûr Çem dê li Dêrsimê veşêrin

Cenazeyê Mûnzûr Çem dê li Dêrsimê veşêrin

Cenazeyê lêkolîner û nivîskarê kurd Mûnzûr Çem roja înê dê li Dêrsimê bê veşartin.

AMİDA HABER -Nivîskar û lêkolînerê navdar Mûnzûr Çem ku li Berlîna Almanyayê ji ber nexweşiya pençeşêrê canê xwe ji dest dabû dê li Dêrsimê l gundê wî bê veşartin. Li gorî agahiyan dê pêşî merasima cenazeyê Çem li Cemxaneya Berlînê bê lidarxistin. Piştî xatirxwestinê cenaze dê bişînin welat û roja înê li gundê Qurzeya bi merasimek veşêrin.


Mûnzûr Çem kî ye?

Di sala 1945'an de li gundê Qurzeya ser navçeya Gêxî ya Çewligê ji dayik bibû. Ew gund berê li ser Dêrsimê bû. Di deh saliya xwe de li gundê cîran Sêterê dest bi dibistana seretayî kiriye.

Dibistana navîn li navçeya Nazimiyeya Dêrsimê xwend. Di sala 1966'an de Koleja Tenduristiyê ya Amedê qedand. Dema ku karmendê tenduristiyê bû, beşa şevê ya Dibistana Taybet a Aborî û Zanistên Bazirganî ya Enqereyê berdewam dikir û di sala 1971'an de ji vê dibistanê mezûn bû.

Mûnzûr Çem ku ji destpêka salên 1970'yî ve dinivîsand. Wî di kovara mehane ya Rêya Azadî û rojnameya Kurdî-Tirkî Roja Welat de gelek gotar nivîsandin. Mûnzûr Çem bi şêwezarê kirmanckî/ zazakî dinivîsand.

Beriya derbeya leşkerî ya 12'ê îlona 1980'yan, ji ber xebatên xwe yên siyasî û nivîsên xwe yên siyasî biryara girtina wî hate dayîn. Ji ber vê yekê ew neçar ma welatê xwe biterikîne û berê xwe bide Ewropayê. Ew li Swêdê bi cih bû û bê navber xebata xwe ya nivîsandinê berdewam kir. Wî heta niha gelek pirtûk nivîsandine.

Nivîskar Çem di van salên dawî de li ser lêkolînên Kirmanckî dixebitî. Enndamê Koma Stockholmê ya di vî warî de bû û bi awayekî çalak beşdarî xebatên kovara Grûba Vateyê bû.

Çem li ser çand, aborî û siyasetê di gelek rojname û kocaran de gotar nivîsandine. Ew yek ji damezrînerê PEN'a Kurd bû û herî dawî jiyana xwe li Berlîna Almanyayê berdewam dikir. (Amida Haber)

Etiketler :
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.