Porê Demîrtaş di twetterê de bû TT

Porê Demîrtaş di twetterê de bû TT
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş vê carê ne bi gotinên xwe bi helwesta xwe kete rojeva medyaya civakî.

AMİDA HABER- Selahattîn Demîrtaş ji bo piştevaniya Jîna Mehsa Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsên ehlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku “biskên porê xuya dikin” hatibû kuştin, porê xwe kur kir. Demîrtaş îro bi porê xwe yê kurkirî derkete pêşberî dadgehê. Wêneyê Demîrtaş ku li ser SEGBÎS’ê hate kişandin, di medyaya civakî de ji aliyê be hazaran kesan ve hate parvekirin. Hin şopînerên twetterê jî ji bo piştgiriya vê helwesta Demîrtaş wêneyên xwe yên porkurkirî parve kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.